Ahmet Turk: Ich akzeptiere Leyla Zana´s Worte nicht

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Ahmet Turk: Ich akzeptiere Leyla Zana´s Worte nicht

von Azadiyakurdistan am 16.06.2012 23:40



Der kurdische Politiker und unabhängiger Abgeordnete Ahmet Turk hat Leyla Zana, die sagte: "Erdogan kann die Kurden-Frage lösen" kritisiert.


Vor einigen Tagen hatte die berühmte kurdische Politikerin und unabhänigige Abgeordentin Leyla Zana in einem Interview mit der türkischen Zeitung Hürriyet gesagt, dass sie die Hoffnung noch hat und Erdogan die Kurden-Frage lösen kann. Daraufhin hat der BDP-Vorsitzender Selahetîn Demirtaş und Ahmet Turk Leyla Zana kritisiert. Die PKK hat sie auch ohne Leyla Zana´s Namen zu erwähnen ihre Worte kritisiert.

Turk: Ez gotinên Leyla Zana qebûl nakim


Hewlêr, 16 Hezîran (AKnews) – Hevserokê DTK û parlamenterê serbixwe yê Mêrdînê, Ehmed Turk, diyar kir, serokwezîrê Tirkiyê şûna ku pirsa kurd çareser bike her ku diçe dikeve rewşeke bi xof û tirsê de û xekê ji xwe dide revandin.

Siyasetmedarê navdarê kurd û parlamenterê Mêrdînê, Ehmed Turk jî, bersiva gotinên wê yên li bara çareseriya pirsa kurd de ku gotibû "baweriya min bi Erdogan heye ku pirsa kurd çareser bike" da.

Ehmed Turk, ji rojnameya Akşam a Tirkiyê re axivî û got, beriya her kesî, dewlet û hikûmet li hember çareseriya pirsa kurd berpirsiyar in, ji ber wê jî erka herî mezin dikeve ser milê serokwezîr Erdogan.

Turk, diyar kir, serokwezîr di nav du salên borî de, bêhurmetiyê li hember kurdan dike û ev şêwaza wî zêde baweriyê nade mirov. Li hember BDP, ku dixaze pirsê çareser bike, wek dijmin nêzîk dibe û hêrs û kîna wî li hember siyasetmedarên kurd nîşan dide ku zêde naxaza pirsa kurd çareser bike lê ev pirs ji bilî diyalogê rêyeke din a çareseriyê tune.

Ehmed Turk, bal kişand ser gotinên Leyla Zana yên bo rojnameya Hurriyetê gotibû û wiha axivî, "Leyla Xanimê hinek rastî aniye ziman. Lê ez gotinên wê yên ku dibêje Erdogan dikare pirsa kurd çareser bike, qebûl nakim. Ji ber ku Erdogan her ku diçe dikeve rewşeke bi xof û tirs û xelkê ji xwe dide revandin."

PKK jî duh bêyî ku navê Leyla Zana bîne, li hember gotinên Zana nerazîbûn nîşan dabû û rexne kiribû.

sm AKnews

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 16.06.2012 23:40.

« zurück zum Forum