Ahmet Turk li Hewlêrê ye
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Ahmet Turk li Hewlêrê ye
von Azadiyakurdistan am 28.07.2010 13:04
Avesta - Siyasetvanê Kurd Ahmet Turk ligel $andekê gihi$te Hewlêrê. $anda di bin seroktiya Ahmet Turk de ji Aysel Togluk û çend berpirsiyarên din yên Partiya BDP pêk hat.
Hate ragihandin ku armanca sereke ya vê serdanê sazkirina Kongreyeke Netewî ye li Hewlêrê.
Çaverêtêkirin ku $anda kurdî ligel serok Barzanî û serokwezîr Berhem Salih hevdîtinên cuda pêk bîne.
avestakurd
Silav û Rêz
Azad
Re: Ahmet Turk li Hewlêrê ye
von Azadiyakurdistan am 28.07.2010 13:53Ev çûndin û hatina di navbera Kurdistan a ba$ûr û bakûr yekîtiya Kurda xortir dike û dihêle ku em pê bihesin ku Siyasetmedarên me li ser riyêkî rast dime$in û armanca wan jî berjewendiyê miletê Kurd e.
Silav û Rêz
Azad
Barzanî: Dê konferansa neteweyî bibe stratejiya Kurdan
von Azadiyakurdistan am 29.07.2010 02:07
Avestakurd - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku dê konferansa neteweyî ya kurd pêkbînin û dê bibe steratejioya kurdan bo a$tiyê.
Li gorî malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê îro li Selahedîn Mesûd Barzanî pê$wazî li $andekî Partiya A$tî û Demokrasî (BDP) bi Serokayetiya Ahmed Turk kir.
Di hevdîtinekê de, li ser çawayiya sazkirina konferansek li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê de ku hemû aliyên siyasiyên Kurd têde be$dariyê bikin hate gotûbêj kirin.
Serok Barzanî sebaret bi wê konferansê tekez kir ku divê bingehek ji bo vê konferansê bê kirin û merema sazdanê jî pejirandina a$tiyê be û wekî stratejiyek Kurd bê ragihand ku divê hemû aliyek hewla a$tiyê bidin û nabê kurd tevlî $er bibe.
Barzanî wiha destnî$an kir, “Herêma Kurdistanê dê pi$tevaniya a$tiyê bike û hêvîdar e hemû partiyên Tirkiye pi$tgîriyê li vê pêvajoya a$tiyê bikin, ji ber ku dinya gûheriye û ev çend salên derbasbûyî jî diyar kirin ku pirsa Kurd bi $er nayê çareser kirin, belkî bi rêya diyalog û danustandin û hevdû têgihi$tinê çareser dibe”.
Ji bal xwe ve birêz Ahmed Turk ragihand ku divê Kurd jî hêla a$tiyê ji bo xwe birexsîne û ev konferansa ku tê saz kirin jî hizra Serok Barzanî ye ku berî du sala xistibû rojevê, armanca sazkirina vê konferansê jî li hemû navçeyê da çespandina a$tiyê ye.
Avestakurd
Silav û Rêz
Azad