Amed: Ein Toter bei Protesten gegen das Internationale Komplott

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Amed: Ein Toter bei Protesten gegen das Internationale Komplott

von Azadiyakurdistan am 10.02.2013 23:37



Amed (Rûdaw) – Li Amedê di bûyerên şermezarkirina 15'ê Sibatê salvegera dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de, ciwanek jiyana xwe ji dest da.

Îşev komek keç û xortên kurd li taxa Şehîdlika Yenîşehîra Amedê civiyan û 15'ê Sibatê salvegera dîlgirtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi meşek şermezar kirin. Di dema meşê de polîsan mudaxeleyê çalakiyê kir. Di çalakiyê de ciwanek ku hê jî navê wî nayê zanîn jiyana xwe ji dest da. Derbarê awayê mirina ciwanê ku nasnameya wî nehatiye diyarkirin de zelaliyek tune ye. Ajansa DÎHA jî belav kir ku kesê mirî, ciwanê bi navê Şahin Onen (19) e. Çav li rê ye sibê derbarê bûyerê de hin daxuyanî bên dayîn.

Di 15'ê Sibata 1999'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Paytexta Kenyayê Naîrobî dîl hatibû girtin û ew radestî Tirkiyeyê kiribûn. Alîgirên PKK'ê ev yek weke komploya navneteweyî dinirxînin û her sal dîlgirtina Ocalan bi çalakiyên cur bi cur şermezar dikin.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum