Die Erdbebenopfer von Wan werden in Diyana (Süd-Kurdistan) untergebracht

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Die Erdbebenopfer von Wan werden in Diyana (Süd-Kurdistan) untergebracht

von Azadiyakurdistan am 13.12.2011 14:23

Hewlêr: 12'ê Kanûnê li Herêma Kurdistanê bi rêya sentera rewşenbiran a Çoman ji bo welatiyên ji ber erdheja Wanê koç bûne alîkarî hat kom kirin. Malbatên ji Wanê koç bûne li bajarokê Diyanayê bi cih bûn.

Serokê Koç û Koçberan ê li bajarokê Diyanayê alîkarî da koçberên ku ji Wanê hatine Diyanayê. Sentera Rewşenbirî ya Çoman ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom kirin. Senterê ji bo mexdûran alîkariya xwarin, mafur û batanî kom kirin.

Berpirsiyarê Koç û Koçberiya Bajarokê Diyanayê Ebas Emîn Ehmed, diyar kir ku planên Hikumeta Kurdistanê yên ji bo kesên koçberbûne hene û wiha got: "Me daxwaz ji malbatên koçber kirine ku serdana îdara koç û koçberan bikin. Ji bo ku hêjmara wan bê diyar kirin û li gorî wê alîkarî bê kirin."

Welatiyê ji Wanê koçî Diyanayê kir Nayîf Reşît jî anî ziman ku ji ber erdhejê hatin Diyanayê û wiha got: "Dewleta Tirkiyeyê ji me xwest em biçin Îzmîr û Stenbolê. Lê me ev yek nepejirand û em hatin vir. Ji ber şertên zivistanê hin daxwazên me yên neft, gaz û tiştên din ên malê hene."

Pêwîst nake em tiştên pêwist bêjîn ji xwe diyarin

Welatiyê bi navê Îbrahîm Elî jî wiha axivî:" Em bi wê alikariyê gelek razîne û xwedê ji wan razî be. Nimûneyên weke Sentera Rewşenbirî ya Çoman zedetir bin, bi rastî kemahiyên me yên jiyanê gelek hene. Lê di vê demê de em bi mazot û gazên em daxwaz ji hikumetê dikin da ku li hewara me werin, ji ber ku gelek sermaye û em bê cih û warin."

Welatiyê bi navê Hesen Ehmet jî wiha got: "Di rewşa niha de em tenê daxwaz neft û pewistiyên din dikin û zarokên me nikarin wiha bijîn. Em gelek mexdurin, ji ber ku me qesta we kiriye û pewiste jiyana me bê bercav girtin. Em ketine xaniyên kirê û nikarin kirêya xaniyan bidin."

rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum