Die Stadt WAN in 328 Tagen erneuert

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Die Stadt WAN in 328 Tagen erneuert

von Azadiyakurdistan am 26.11.2012 17:51



Die nordkurdische Stadt Wan, die nach einem Erdbeben zerstört wurde, wurde in 328 Tagen wieder aufgebaut. Wan hat 1.200.000 Einwohner. Innerhalb eines Jahres wurden mehr als 17 tausend Wohnungen gebaut. Bis Ende des Jahren werden es 18.000 Wohnungen sein. 
Bis jetzt wurden davon ca 15.300 Wohungen an Erdbebenopfer übergeben. Jede Wohung kostet ca 42.000 Dollar, die die Bewohner 20 Jahren lang in Raten bezahlen sollen.
Ebenfalls wurden insgesamt 32 Schulen, 27 Moscheen und 24 Supermärkten gebaut.

Azadiya Kurdistan 

Wan (Rûdaw) - Piştî derbasbûna dora salekê di ser du erdhejên bajarê Wanê re, vî bajarê ku hejmara rûniştvanên wî milyon û 200 hezar kes in, karîbû hinek birînên xwe bipêçe. Di nava salekê de zêdetirî 17 hezar yekîneyên niştecîbûnê hatine dirustkirin û serokê şaredariya navçeya Erdîşê jî dibêje: "Daku em bikarin di demsala berfbarînê de proseya avakirinê bidomînin, me sûd ji tecrûbeya Sîberiya û Fînlandê wergirt. Di hundirê salekê de me bajarekî nû dirust kir."

Di 23yê Cotmehê û 9ê Mijdara sala 2011ê de du erdhejên xurt, yek bi pîleya 7.2 li gor pîvana Richter û ya din jî bi pileya 5.6, bajarê Wanê û derdora wê hejandin. Di encama wê karesatê de ku hate serê wî bajarê qeşeng ê Bakurê Kurdistanê, 644 kes bûne qurbanî û 188 zarok bê bav man. Herwiha 700 hezar kes bê mal û derbider bûn û 40 gund bi tevahî wêran bûn.

Ev ne cara yekemîn e ku bajarê Wanê ji nû ve tê avakirin, di sala 1918ê de û di dema bûyerên qirkirina Ermeniyan de erdhejeke xurt li Wanê da û ew têk bir. Di sala 1923yê de Wan bû bajar, piştî ku hejmara xelkên wê zêde bû. Piştî herdu erdhejên Cotmeh û Mijdara borî, cara sêyemîn e bajarê Wanê ji nû ve tê avakirin. Serokê şaredariya navçeya Erdîşê ya girêdayî Wanê, Zulfikar Arapoglu, ku yek bû ji deverên zirarmend, ji Rûdawê re got ku di warê dîzayn û rûberê de Wana vê carê ji herdu Wanên din cuda ye: "Vê carê me bajarê xwe ji gola Wanê dûr xistiye û me nêzîkî quntara çiyê kiriye. Ev jî Wanê dike bajarekî nû ku li ser golê dinere û dîmenekî xweşik nîşan dide."

Proseya avakirina bajarê Wanê pirr bi lez dest pê kir. Bi dîtina pisporan, bi kêmanî 3 sal pêwist in, daku careke din jiyan li wî bajarî asayî bibe. Di vî alî de serokê şaredariya Erdîşê yê AKPyî, Zulfikar Arapoglu, dibêje: "Di 23yê Cotmehê de, ligel hatina birêz serokwezîr bo Wanê, navenda nehiştina karesatan bi serokayetiya serokwezîr û bi beşdariya 10 wezîran hat dirustkirin. Serokwezîr ragihand ku kes li xerciyan nefikire, deriyê qaseya dewletê vekirî ye." Ew berpirs qala kêşeya serma û berfbarînê di demsala zivistanê de dike, ku heta 6 mehan rêya karkirinê digire: "Ji bo çareserkirina wê kêşeyê serokwezîr daxwaz kir ku em serdana Sîberiya li Rûsyayê û herwiha serdana Fînlandê bikin û sûdê ji ezmûna wan wergirin."

Derbarê destpêkirina proseya paqijkirinê û destpêkirina avakirinê jî, berpirsê perwerdeya Wanê, Celaledîn Bîlîk, dibêje: "Me karibû di destpêka demsala berfbarînê de bi şev û roj kar bikin, lê tiştê ku li Wanê hat kirin bi keda 75 milyon welatiyên Tirkiyeyê hatiye kirin."

544 gund li derdora Wanê tên avakirin

Proseya jinûveavakirina Wanê ji aliyê TOKI (îdareya giştî ya cihê niştecîbûnê) hat birêvebirin ku di sala 1984ê de di serdema serokwezîrê wê demê Turgut Ozal de ji bo nehiştina krîza niştecîbûnê hat dirustkirin. Li gor statîstîkên fermî, TOKI di hundirê 10 mehên borî de 17 hezar yekîneyên niştecihbûnê ji bo zirarmendên erdhejê dirust kirine, tê çaverêkirin ew hejmar heta dawiya îsal bigihije 18 hezar yekîneyan, ku heta niha 15 hezar û 341 yekîne radestî xwediyên wan hatine kirin. Her yekîneyek jî, ku nirxê wê 42 hezar Dolar e, bi qista 20 salan didin zirarmendên karesatê.

Herwiha li gor agahiyên ku di rojnameyên tirkî de hatin weşandin, di hundirê salekê de li Wanê 32 dibistan, 27 mizgeft û 24 supermarket hatin avakirin. Bi dîtina Zulfikar Arapoglu, hêjî gellek maye, daku Wan di hemû aliyan de vegere rewşa xwe ya berê û wê karesatê ji bîr bike: "Ji bo sala bê bernameya me heye ku em 544 gundan li derdora Wanê ava bikin. Ew gund dikarin aboriya vî bajarî vejînin."

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 26.11.2012 17:52.

Dilan

31, Weiblich

  Aktive/r User/in

Beiträge: 223

Re: Die Stadt WAN in 328 Tagen erneuert

von Dilan am 27.11.2012 14:28

Unglaublich ist voll schön geworden!!
Sind 40.000$ nicht zu viel für die Familien. Private Bauunternehmer verlangen auch so viel Geld in Raten.

Antworten

« zurück zum Forum