Dänemark entzieht kurdischen Sendern die Lizenz

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Dänemark entzieht kurdischen Sendern die Lizenz

von Azadiyakurdistan am 04.07.2013 21:33



Dänemark hat die Lizenz von drei kurdischen Tv Sender und einen Radio Sender entzogen. Die Fernsehgesellschaft Mesopotamia Broadcast erhielt ein Sendeverbot und eine Geldstrafe von 2 mio €. Die Fernsehgesellschaft Mesopotamia Broadcast besteht aus den Sendern, Roj Tv, Nûçe Tv, MMC und den Radio Sender Dengê Mezopotamiya. Der Grund für den Sendeverbot und die Geldstrafe, ist Propaganda für eine "terroristische Organistation" die PKK so das Gericht.

Dadgeha eyaleta ya Kopenhagê, duh 3/7/2013'an, di rûniştina xwe ya dozê de, lîsansa weşanê ya hemû kanalên televîzyonê yên kargeha Mezopotamya Brodcasting û kargeha ROJ TV, betal kir.

Li gor nûçeya ajansa ANF, dadgeha Kopenhagê li her yek ji kargehan 5 milyon Kron, bi giştî 10 milyon Kronên Danîmarkayê (2 milyon Euro) birrî.

Mafê dijderketina li biryarê heye. Lê ji bo îtiraz bê kirin, divê cezayê pere yê 10 milyon Kron bê dayîn an jî temînatek bê nîşandan. Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê lîsansên MMC, NÛÇE TV û ROJ TV betal bibin.

Nûçegihan Amed Dîcle der heqê rewşê de agahî da û diyar kir ku gavên wê ji niha û pê ve bavêjin wê parêzerên wan diyar bike û got, "Eger di nava du hefteyan de îtiraz neyê kirin, wê weşanên televîzyonên me rawestin."

Amed Dîcle da xuyakirin ku dozger xwestiye kargeh bi temamî bê girtin û got, "Dadgehê jî bi cezayê ewçend giran ê pere re, di rastiyê de biryara dozgeriyê erê kiriye."

Hêjayî gotinê ye ku, dadgeha Kopenhagê bi vê biryara xwe re di dîroka çapemeniya Danîmarkayê de mora xwe avêt binê rewşeke nû. Bi vê yekê re cara yekemîn e di dîroka welêt de cezayekî ewçend giran ê pere li kargeheke çapemeniyê tê birrîn.

Jêder: ANF

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum