Elawî li Hewlêrê bi serok Barzanî re civiya

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Elawî li Hewlêrê bi serok Barzanî re civiya

von Biji_Kurdistan am 02.08.2010 00:15



Avesta - Bimerama gotûbêjkirna pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî gihî$te bajarê Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Bimerama gotûbêjkirna pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî gihî$te bajarê Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re civiya.

Sekreterê Rojnamevanî yê Serokê Herêma Kurdistanê Feysel Debax ji AKnewsê re wiha got, “Îro bi riya balefirxaneya navdewletî ya Hewlêrê Serokê Lîsteya Iraqiye Eyad Elawî hate Hewlêrê û di gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pirsa pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê û pê$hatên herî dawiyê yên meydana siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin”.

Di dema pesendkirina encama hilbijartinan ji hêla dadgeha federalî ve di 1’ê Hezîrana derbasbûyî de, aliyên siyasî yên her 4 lîsteyên serketî dest bi livînan bi merema pêkanîna hikûmetê kirine, lê heya niha ew kom li ser pêkanîna hikûmetê negihî$tine tifaqê, ew jî, ji ber nakokiyên siysaî derbarê wê komê ye ku biryar e hikûmeta dahatî pêk bîne.

Biryar e çar$emiya dahatî civata ewlehiya navdewletî bi merema gotûbêjan derbarê derbazbûna Iraqê di bin benda 7’an û cezayên li ser bicive, hevdem komên siyasî yên Iraqê heya niha negehîştine tu tifaqekê bo pêkanîna hikûmeta dahatî ya Iraqê.

Ji niha ve nêzîkî 5 meh bi ser hilbijartina Parlamentoya Iraqê derbas bûye, lê Iraqiyan nekarîne hikûmetê pêk bînin û çavdêr di vê baweriyê de ne ku dema duristbûna hikûmeta dahatî nediyar e.

Hêjayî gotinê ye ku êvareya roja 26’ê Adarê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, encama dawiyê ya hilbijartina Parlamentoya Iraqê ragihand ku tê de Lîsteya Iraqiye 91 kursî, Dewleta Yasa 89 kursî, Tebayiya Ni$timanî 70 kursî, Hevpeymaniya Kurdistanê 43 kursî, Goran 8 kursî, Bereya Tewafoq 6 kursî, her yek ji Yeketiya Iraqê û Yekgirtiya Îslamî wan 4 kursî û Komeleya Îslamî 2 kursî bi dest anîn.$m AKnews

avestakurd

Antworten

« zurück zum Forum