Erdogan in Amed wird mit Protestaktionen begrüßt

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Erdogan in Amed wird mit Protestaktionen begrüßt

von Azadiyakurdistan am 02.06.2012 19:55

Erdogan li Amedê gotinên berê dubare kir



Amed (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di serdana xwe ya Amedê de derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de tiştekî nû negot û careke din gotinên "Ez li ser soza xwe ya 2005'an im" dubare kir. Erdogan, BDP û CHP'ê bi tundî rexne kir.

Ji duh ve amadekariyên hatina Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan a Amedê tên meşandin. Polîsên sivîl û tîmên taybet, ji serê sibehê de li serê kolanan, li avahiyên bilind hatin bicihkirin. Herwiha wesayîtên ku sînyala teqemeniyan digre û dide sekinandin li ser riya Erdogan çûn û hatin. Herwiha li derdora Stadyûma ku kongreya bajêr a AK Partiyê hate kirin, lêgerînên berfireh hatin kirin. Polîsan nehişt kes amûrên xwe yên şexsî bixe stadyûmê. Ji ber vê yekê gelek kesî zehmetî kişand. Lewre polîsan nehişt kes şûşeyên avê jî bi xwe re bibe hundir. Bi taybetî jî li herêma Baglarê û gelek cihên din gelek esnafan deriyên dikanên xwe venekirin û li ser bangewaziya Hevserokê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Erdogan protesto kirin. Li ser rê jî gelek kesî hewl da meş li dar bixe û hatine Erdogan şermezar biine. Polîsan mudaxeleyê çalakgeran kir û ew belav kirin. Duh jî 169 sazî û dezgehên sivîl ên li Amedê bi daxuyaniyeke çapameniyê eşkere kiribûn ku ew ne li bendê ne Erdogan li Amedê peyameke erênî bide û hatina Erdogan ji bo wan tu tiştekî îfade nake.

Di hatina Erdogan a Amedê de, tabloyeke balkêş derkete holê. Weke ku Amed ne bi ser Tirkiyeyê ve be û Erdogan ji welatekî derbasî welatekî din bibe. Lewra li bajêr bi tevahî 7 hezar polîs ji bo hatina Erdogan peywirdar bûn. Gelek polîs ji navçeyên din ên Amedê hatibûn anîn.

Li stadyûma ku kongre hate lidarxistin, 6 hezar kes civiyan. Herwiha Erdogan bi gelek giregirên partiya xwe re hatibû kongreyê. Li kêleka Erdogan di serî de Wezîrê Sewalvaniyê Mehdî Eker, Abdulkadîr Aksu û parlamenterên Amedê cih girtin. Li nava bajêr jî pankartên bi kurdî ji aliyê AK Partiyê ve hatin daliqandin. Di pankartan de "Tu bi xêr hatî" hate nivîsandin. Di axaftinên Erdogan a Amedê de tenê tiştekî nû hebû. Ew jî daxwaza randevûyê ya Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu bû. Kiliçdaroglu, eşkere kir ku wan ji bo çareserkirina pirsa kurd ji Erdogan randevû xwestiye. Erdogan jî di axaftina xwe de eşkere kir ku wî ferman daye rayedarên AK Partiyê û ew ê vê hevdîtinê pêk bîne.

Behsa Roboskiyê nekir

Gelek kes û derdor li bendê bûn ku Erdogan li Amedê derbarê Roboskiyê de peyamek bide. Lê Erdogan li vir derbarê Roboskiyê de tu tiştekî nû negot. Di kulîsan de tê gotin di nava AK Partiyê de ji ber bûyera Roboskiyê du nêrînên cuda hene. Nêrînek piştgirî dide fikra Wezîrê Karê Hundir Îdrîs Naîm Şahîn û aliyê din jî li hemberî daxuyaniyên Şahîn nerazî ne. Di vê eniyê de bi taybetî jî parlamenterên kurd cih digrin û ew dixwazin bûyera Roboskiyê bi her awayî bê zelalkirin û AK Partî ji kujerên 34 zarok û xortên li Roboskiyê hesabê bipirse. Tê texmînkirin ku Erdogan ji bo ku nakokiyên di navbera AK Partiyê de zêde nebe û axaftina wî nebe sedema derizandina nêrînan, derbarê Roboskiyê de bêdeng ma.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan, di axaftinên xwe de careke din behsa avakirina TRT6, enstîtuyên kurdî yên li zanîngehan kir û got CHP û BDP ji bo ku pirsgirêk çareser nebe li pêşiya wan astengiyan derdixin. Herwiha Erdogan destnîşan kir ku wan 3'yemîn pakêta darazê şandiye komîsyonê û dê di vê paketê de gelek xalên demokratîk pêk bên. Lê Erdogan helwesta xwe ya derbarê amadekirina fezlekeyan a derbarê destlênedana 8 parlamenterên BDP û parlamenterên serbixwe de tu tiştekî negot.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum