Fazil Mîranî: PDK und PKK sind Brüder aber keine Partner

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Fazil Mîranî: PDK und PKK sind Brüder aber keine Partner

von Azadiyakurdistan am 26.07.2012 23:47



Der Sekretär der Kurdischen Demokratischen Partei (PDK) Fazil Mîranî sagte, dass in jedem Teil Kurdistans sie für das Volk da sind, sie sich aber nicht in ihre Angelegenheiten einmischen. Deswegen sind PDK und PKK Brüder aber keine Partner.

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê polîtboruya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku li her parçeyekî Kurdistanê ligel gelê xwe ne, lê dest li karûbarê wan wernadin. Lewra PDK û PKK birane, lê ne şirîk in.

Sekreterê polîtboruya PDKê Fazil Mîranî di hevpeyvînek ligel kanala esmanî ya El-Bexdadiye de got: "Em û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) birane, lê em ne şirîk in. Wan li welatekê dest bi şoreşekê kirine û ji Iraqê cûda ye. Ji ber vê yekê em dest li karûbarê wan wer nadin û daxwazê ji wan dikin ku dest li karûbarê me wernedin."

Fazil Mîranî derbarê kurdên Rojavayê Kurdistanê de jî got: "Ew beşek ji gelê Sûriyê yê serî hildayîne. Em ligel her gelekî xwe yê li her cihîbe ne, lê em mil bi mil ligel hakimên wan şer nakîn."

Sekreterê PDKê Fazil Mîranî derbarê şandina pêşmergeyan a ji bo Rojavayê Kurdistanê de jî got: "Pêwîstiya Sûriyê bi pêşmergeyan nîne. Niha hemû gelên Sûriyê, Kurd, Ereb û yên din çekdarin û ji Sûriyê cûdabûne. Mafê me nîne ku em pêşmergeyan bişînin bo welatekî din, bi taybet jî Sûriye ku welatekî cîranê me ye."

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum