HPG: 110 Soldaten sind in Çewlik getötet worden

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

HPG: 110 Soldaten sind in Çewlik getötet worden

von Azadiyakurdistan am 20.09.2012 16:17

HPG berichtet, dass am 18.09 zwischen Çewlik und Mûşê HPG-Guerilla einen Angriff gegen das türkische Militär durchgeführt haben. Bei dem Angriff sind 110 Soldaten getötet worden und mehr als 50 andere verletzt. (Türkische Medien berichteten von 10 getötete Soldaten).
 
Behdînan - HPG'ê derbarê çalakiya di 18'ê Îlonê de li ser rêya Çewlik-Mûşê ji aliyê gerîlayên HPG'ê ve hate lidarxistin de daxuyaniyek da û aşkere kir ku 110 leşker hatine kuştin û zêdetirê 50 leşker birîndar bûne. HPG'ê ragihand ku çalakî çarçoveya "Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn" a ku di 14'ê Îlonê de hatibû destpêkirin pêk hatiye.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG'ê der barê çalakiya li Çewlikê di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn pêk hat de agahiyên berfireh da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn; " Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Ronahî, Şehîd Armanç û Şehîd Harûn a di 14'ê Îlonê de hatibû destpêkirin, di 18'ê Îlonê de di saet 12.00'an de li ser riya Çewlik, Mûş û Solxanê li dijî karwaneke leşkerî ya ji operasyonê vedigeriya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.


Ev karwanê leşkerî ya ji 10 wesayitên zirxî, 5 otobus û transîteke 300 leşker barkirî û hemû çekdarin ji aliyê gerîlayên me ve hatiye şopandin û li dijî 3 otobus, 3 wesayitên zirxî û transîtekê çalakî hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 2 otobus tevî hemû leşkerên tê de hatine kuştin, otobus jî şewitîne û têkşikiyane. Otobusek û wesayita transîtê jî giran derbe xwariye. Di encama lêdanên bandor ên gerîlayên me de jî 3 wesayitên zirxî derbe xwarine û bêbandar mane. Wesayitên zirxî û otobusên din ji cihê herêmê reviyane.
Di hemû çalakiyan de yên bi çav hatine dîtin 110 leşkerên dijmin hatine kuştin û zêdetirî 50 leşkerî jî birîndar bûne. Kuştî û birîndarê li herêmê bi 100 embûlans û helîkopterên skorskyan ji herêmê hatine dûr xistin û rakirine nexweşxaneyên Çewlik, navçeya Solxanê, Mûş, Erzirom û Elezîzê.
Artêşa dagirker a tirk piştî çalakiyê bi saetek û nîvê kariye were cihê bûyerê, wesayitan bitefîne û xurdeyên wesayitan ji herêmê rabike û heta saet 19.00'an jî riya herêmê li çûn û hatinê qedexekiriye.
Di navbera panzêrên ji herêmê reviyaye û gerîlayên me de pevçûneke demkurt qewimiye. Piştî çalakiyê 3 helîkopterên kobrayan cihê çalakiyê û derdora wê bê ser û ber bombebaran kiriye, 6 helîkopterên skorsky jî leşker veguheztine herêmê. Operasyona li herêmê hatiye destpêkirin jî hîn berdewam dike, dîsa serweriya herêmê di destê gerîlayên me de ye."

ANF NEWS AGENCY

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum