Interview: Al Jazeera mit Mesûd Barzanî

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Interview: Al Jazeera mit Mesûd Barzanî

von Azadiyakurdistan am 02.01.2012 20:16

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvînekê de bi kanala Elcezîre re çendîn babet û mêjarên girîng yên girêdayî bi rewşa Îraqê, Kurdistanê û Rojhilata Navîn re rave kir. Hevpeyivîn li xwarê ye:

- Bila bi meseleya Tariq Haşimî destpê bikin ku, niha li Kurdistanê deye û civata bilind ya Dadweriya Îraqê biryara girtina vî daye û her weha Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikî jî daxwaza wegerandina vî dike. Gelo wenegerandina Haşimî ji aliyê we ve bi wateya bicîh neanîna biryara civata bilind ya Dadweriyêye? Hun vê meseleya han çawe dinirxinên?

- Em bi dû awayî li vê meseleya han dimêzinin, aliyek siyasî û aliya din jî dadwerî. Di warê dadwerî de pêwîste dadwerî biryara xwe bide û tevahiya aliyan jî pêwîste girêdayî bi vê biryara han bin. Di warê siyasî de jî pêwîste tevahiya aliyên siyasî di vê derbarê de lêkolîn bikin daku, di civîna Serokên aliyên siyasî de çareseriyek ji re were dîtin, ev kêşeya han kêşeyek gelek hesas û metirsîdare lewre pêwîste cudahiyên heyî yên di her dû waran de li ber çavan re werin derbaskirin.

- Di demên derbasbûyî de Haşimî ev yek eşkere kiribû ku, ji aliyê Malikî ve ew û Serokên din yên Sineyan weke hedef hatine nîşandan û niha jî vê dor werê Serokên Kurd, Gelo metirsiya vê yekê heye ku, kesek çê Malikî be çî jî keseke din be bi awayekî tek alî li Îraqê desthilatê bigre destê xwe?

- Eger armanc anjî planeke bi vê rengî hebe vê demê pêwîste tevahiya aliyan bi yekrêzî li hember vê yekê helwestek hevpar nîşan bidin, jiber ku, wateya vê yekê dawî hatin û hilweşandina Îraqêye.

Weiter lesen (PDF Datei)

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum