Interview mit UN-Mitarbeiter Wirya Qeredaxî: Es ist Zeit das Kurdistan unabhängig wird

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Interview mit UN-Mitarbeiter Wirya Qeredaxî: Es ist Zeit das Kurdistan unabhängig wird

von Azadiyakurdistan am 20.02.2012 19:43



Hewlêr (Rûdaw) - Wirya Qeredaxî ji sala 1991ê ve ligel Neteweyên Yekbûyî (NY) kar dike û ew niha Rêveberê Herêmî yê NY li Qazakîstanê ye. Wirya Qeredaxî ku niha bibandortirîn Kurdê di nav NY de ye, di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa karê xwe di nav NY de dike. Qeredaxî behsa hevdîtinên xwe ligel rêberê efsaneyê yê Başûrê Afrîkayê, Nelson Mandela dike û herwiha bangî Kurdan dike ku vê derfeta zêrin ji dest nedin û amadekariyên Kurdistaneke serbixwe bikin.

Rûdaw: Gelo Kurdan heta niha kariye bi awayekî baş ligel NY tevbigerin?

Wirya Qeredaxî: Nexêr, nekariye. Meseleya Kurdan li cem NY bêtir weke meseleyekî mirovatî tê naskirin. Eger bikeve qalibekî siyasî de, pêwîstî bi dengdanê heye û divê welatek pişevaniyê bike. Pênc endamên hertimî yên Civata Ewlekariyê ya NY hene ku mafê wan ê vetoyê (dijderketinê) heye. Berjewendiyên wan ên stratejîk li navçeyê hene û ew van berjewendiyan ligel meseleya kurdî naguherînin. Mimkune tiştek pêk bê, wekî tiştê ku li Kosovoyê pêk hat ku têkiliyeke navxweyî ya wan ligel Îran yan Tirkiyeyê ava bibe û wê demê karta kurdî bibe karta joker û biryar li ser bê dayîn. Her welatê ku di vê qunaxê de meseleya kurdî bibe Civata Ewlekariyê, ez bawerim wê bê veto kirin. Lê ez bawerim ku gellek guhertin pêkhatine li Rojhilata Navîn. Lê Kurd jî divê kar bo xwe bikin û zû destpê bikin.

Kurd divê çi bikin?

Wirya Qeredaxî: Kurdan xebat bo vê yekê nekirine. Kurdan di vê qunaxê de bêtir xwe mijûlî meseleyên aborî kirine. Kurd bo qunaxa siyasî pêwîstî bi lobiyê heye. Ew divê lobiyekî gellekî xurt li derveyî Kurdistanê ava bikin. Divê diravekî mezin bo lobiyê terxan bikin, nabe ev lobî girêdayî partiyan bin, divê kesên akademîk û dîplomat bin ku ji têkiliyên derveyî fêm bikin, psîkolojiya wan welatên ku têde dijîn fêm bikin, rûnin şîroveya psîkolojiya siyaseta Amerîka û welatên bihêz bikin da bizanin ka di çi aliyekî de dikare bandora Kurdan li ser wan hebe. Ev lobî divê kesatiyan bibîne di nava van welatan de ku bizanin kî ji Kurdan hez dike, kî dostê Kurdan e, berjewendiya kê ligel Kurdan e, kî dijî Sûriyê ye, kî dijî Îraqê ye, kî dijî Tirkiyeyê ye û kî dostê van welatan e? Divê ew lobî van hemûyan bicivîne û bike databasekê û şîrove bike. Piştre stratejiyekê dayne ku meseleya kurdî ji aliyê siyasî ve çawa wê biçe pêş. Eger ev lobî nebe em ê her di vê çarçoveya mirovahî de bimînin.

"Hikûmeta Amerîkayê niha girîngiyeke zêde daye Kurdan"

Bi baweriya we ev lobî divê di nava NY de be? Kurd dema behsa lobiyê dikin, rasterast berê xwe didin Washington. Gelo ev rast e, yan şaş e?

Wirya Qeredaxî: Bi texmîna min ev lobî divê li Cenevre û New Yorkê be. Ya Washington bêtir bandore xwe li ser Hikûmeta Amerîkayê heye. Hikûmeta Amerîkayê niha girîngiyeke zêde daye Kurdan, niha Cenevre meseleya mafên mirovan tê de heye û ji aliyê siyasî jî gellekî girîng e. Herwiha li New Yorkê jî gellekî girîng e. Li New Yorkê lobiyên gellekî xurt hene, bêtiriya neteweyan li wir, cem li NY buroyên xwe hene.

Buroyek Kurdan jî dikare li cem NY li New Yorkê hebe?

Wirya Qeredaxî: Divê destpê bikin, ew dikarin bikin, lê divê ligel NY hemahengiyê bikin. Rast e, çar aliyên me dijminin, lê em bi vê meseleyê nikarin. Bila baweriya me hebe ku NY wê buroyekê bide me, eger em jê re xebatê bikin û bi ciddî kar li ser bikin.

Siruşta van buroyan çawa ye?

Wirya Qeredaxî: Ji van buroyan re dibêjin Liaison Office, yanî buroyên pêwendiyan. 6-7 Kurd dikarin li New Yorkê xaniyekî kirê bikin û destûrê ji Neteweyên Yekgirtî bistînin. Ev buro dikare zanyariyên derbarê Kurdistanê de bicivîne û bike dokument, herwiha semînaran li dar bixe. Tu ne xwediyê biryarêyî lê tu zanyariyan didî.

Mehmûd Ebas got ezê biçim NY û emê doza naskirina dewleta Filistînê bikin, û em dizanin ku Amerika dijî vê yekê ye jî. Wan ev kir, lê naskirina xwe bi dest nexistin. Hûn dibêjin dema wê hatiye ku Kurd jî vê cesaretê bistînin, jixwe dijminên Kurdan Tirkiye û Îran gellekî biçûktirin ji dijminê Filistînê ku ew jî Amerîka ye?

Wirya Qeredaxî: Destpêkê wê pirsgirêkan çêkin, lê ez di wê baweriyê de me ku ewê piştre razî bibin. Gotineke xweşik a Gandî heye dema got ez ê meşeke yek milyon kîlometreyî dijî Îngilîzan encam bidim. Jê pirsîn çawa? Gandî got yek milyon kîlometre ji yek pêngavê dest pê dike. Em jî divê pêngava yekemîn bavêjin. Bi baweriya min gellek dostên me yên baş hene û me ew bi başî bi kar neanîne. Komkujiya Helebce û Enfalan baştirîn belge bûn di destên me de, lê me ew bo meseleyên mirovahî bikaranîne. Ez gellek kesayetiyên mezin li ser astê Serkomar û Serokwezîran nas dikim ku dostên yekem ên Kurdan e, lê divê em wan bikar bînin, divê em buroyekê avabikin, divê em şêwirmendên biyanî jî lê bicî bikin, kesên weke Wezîrê Derve yê Fransayê Bernard Koşner ku nêzîktirîn dostê Kurdan e. Divê di vê lobiyê de rol jê re bê dayîn. Ne merce ku tenê Kurd tê de bixebitin, komeke Kurdnasan li derve hene, dikarin ew bên danîn. Eger ev lobî nebe, ez ne bawerim ku em karibin tiştekî bo Kurdistanê pêk bînin.

Berê li vir koordînatorê karûbarên hikûmetê ligel NY hebû. Bi nerîna we tiştekî wisa girîng e?

Wirya Qeredaxî: Gellekî girîng e, ev buroya ku bi şêweyê berê li Kurdistanê hatî avakirin dikare rolekî baştir bilîze. Pêwîste bimîne û bixin ser buroya têkiliyên derve ya Herêma Kurdistanê. Ez bawerim gellekî pêwîste ev buro bimîne.

NY xwedî diravekî mezin e, gelo Kurdan sûd ji bernameyên NY wergirtiye?

Wirya Qeredaxî: NY bi mebesta arîkariyê hatiye Kurdistanê, lê ne ji bo biryardayîn û hukimkirinê. NY teqneke di destê te de, divê tu forma wê bidiyê, lê ne ew forma te bide. Li Kurdistanê rola NY şaş fêm kirine û wisa dizanin ku NY xwediya biryarê ye. Hin kesan li vir NY kirine xwedî biryar, bi taybetî di meseleya Kerkûkê de. Keko rola NY ne biryardayîne. NY rêxistin ava kirine, divê bi wezaretan re bên girêdayîn. Bo mînak UNICEF, divê beşeke wê li Wezareta Perwerdeyê bê avakirin, FAW divê li Wezareta Çandiniyê bê avakirin, UNDP li Wezareta Plandanînê. Ev di warê yasayî de jî ti pirsgirêkan dernaxe. NY bi vê şêweyê tevlî hikûmetê dibe, lê ev li Kurdistanê tune. NY divê beşek be ji plana pêşxistina Kurdistanê û divê biçe nava saziyên Kurdistanê.

Ango ev têkiliya niha li Kurdistanê ligel NY heye şaş e?

Wirya Qeredaxî: Ya ez dizanim, tevlîbûnek ewqasî bi hêz ligel hikûmetê çênebûye. Pêwîste tevlîbûneke xurttir hebe.

Berê NY bi xwe jî daxwaz dikir ku ew bibe serperişta navçeyên nakokî li ser heyî, lê Kurdan bi giştî ev qebûl nekir.

Wirya Qeredaxî: Berî her tiştî NY nabe bibe beşeke pirsgirêkê, divê bibe beşeke çareseriyê. Çareserî jî nabe NY bibîne, dive arîkariya hikûmetê bike ku çareseriyê bibîne. NY divê hemahengiyê ligel hikûmetê bike ka çi pêwîste daku ev pirsgirêka maddeya 140ê bê çareser kirin. Divê ligel karbidestên kurd rûne û planê danin, hikûmet bibêje ez li filan derê pêwîstî te me. Lê nabe NY bêje filan tişt û filan tişt şaş e. NY li vir dibe saziyek bo te, ya giring ka çawa bikarbînî.

Têkiliyên we ligel Ad Melkert û balyozê NY li Îraqê, Martin Kobler, çawa ne?

Wirya Qeredaxî: Ez Ad Melkert baş nas nakim, lê cîgirê wî ku kesekî Polonî ye, dostê min yê gellekî nêzîk e. Yê ku wê bê cihê Ad Melkert kesekî Almane û navê wî Martin Kobler e. Ez wî jî nas dikim, ew li Afganistanê bû. Ew gellekî şehrezaye li ser Rojhilata Navîn. Ew berê balyoz bû li Bexda, Filistîn û Sûriyê. Ew zimanê erebî baş dizane û kesekî baş e, divê gellek sûd jê bê dîtin. Ew gellekî ji xwendinê hez dike û Kurd û Ereban jî baş nas dike.

Fermanberên Kurd li NY gellek in?

Nexêr, Hikûmeta Herêma Kurdistanê divê daxwaz bike ku hejmara karmendên Kurd li NY bê zêdekirin. Ev di aliyê yasayî de dibe, ji ber ku bo welatan pişk hene û niha balyozên NY li welatan hene. Pîleya min a dîwanê heye ku ev jî pileyeke bilind e. Pirr kes dipirsin Wirya Qeredaxî, çawa heta niha tu nebûyî balyoz, ez jî dibêjim ji ber piştevanê min tune. Serokkomar Kurd e, Serokê Herêma Kurdistanê Kurd e, Wezîrê Derve yê Îraqê Kurd e, niha du şeş ji me re hatiye û divê em van tiştan ji NY daxwaz bikin ku beşa me jî li NY hebe. Ev jî bo lobiya kurdî derfeteke, niha derfeteke baş bo Kurdan hatiye pêş. Ti deman ev derfet nehatiye. Bo Kurdistana Îraqê gellekî girînge ku Kurdistana Tirkiyeyê bêtir pêş bikeve, ji ber ku ew bo me pencereke gellekî girîng e berbi Ewropayê û dinyayê. Li vir wê roleke NY a girîng hebe, ji ber ku NY li Tirkiyeyê di aliyê siyasî de gellekî girîngî daye meseleya kurdî.

Pirr caran tê gotin çima Kurd daxwaziyekê pêşkêş nakin ku Kurdistan jî bibe dewlet. Bi taybetî rapirsiya sala 2005ê, tevlî ku fermî jî nebû, lê dikare ji bo vê mijarê bê bikaranîn. Bi nerîna we ev derfeteke, yan hêşta dema wê maye û niha divê lobî bê avakirin?

Wirya Qeredaxî: Niha derfet heye û li ber çavane û dibêje bigre berî ku biçe. Ez bawerim ku niha derfet hatiye, derfeteke gellekî baş e, di dîroka Kurdan de qet tiştekî wisa pêknehatiye ku li çar perçeyên Kurdistanê hikûmetên navendî lawaz bibin. Niha baştirîn derfete.

Baştirîn derfete ku doza dewleta kurdî bikin?

Wirya Qeredaxî: Bila lobiyê ava bikin, niha baştirîn derfete. Sibe Sûriye, Îraq, Tirkiye û Îran wê rewşa wan rûnê û meseleya kurdî wê paşde biçe. Stratejiyek Îranê li welatên dinyayê heye. Qet Amerîka destê xwe navêje Îranê. Îran hezar şeran bifiroşe Amerîkayê, ewê her temaşe bike.

Dema vê xwestekê hatiye?

Wirya Qeredaxî: (Temaşeyî demjimêra destê xwe dike) Niha demjimêr yek e. Ji niha destpê bikin baştir e, lê ne çaverê bikin ku zemîn wê ava bibe.

Zemîneyê jêre çêke, yan daxwaz bike?

Wirya Qeredaxî: Zemîne û daxwazê bi hev re, zemîn wê li pey daxwaziyê biçe. Ji aliyê yasayî wê pirr kes dijî te rawestin, lê ev proseyeke û wê pirr kes piştevaniya te bikin. Ji ber ku gellek belge di destê te de hene û ezmûna Kurdistana Îraqê belgeyeke xurt e.

Li gor belgenameyan, şertekî qebûlkirina endametiya Îraqê di Yekîtiya Gelan de, di sala 1931ê de, ew bû ku Îraq mafên kulturî û îdarî yên Kurdan biparêze. Gelo niha, piştî van komkujiyan, Kurd nikarin vê daxwazê pêşkêş bikin?

Wirya Qeredaxî: Ev mafê Kurdan e, ji ber ku bo çêkirina balansa di navbera Şîe û Sunniyan de Kurdistan bi zorê bi Îraqê hatiye girêdan, ji ber ku hejmara Sunniyan li Îraqê kêm bû. Derfeteke gelleke mezin ji destê me çû. Şêx Mehmûd derfeteke mezin ji dest da û wî xwe bi Tirkan girêda. Ez bawer dikim ku niha derfeteke gellekî baş di holê de ye ku bingeha dewleta Kurdistanê bê avakirin. Ji ber ku hemû faktorên dewletbûnê hene. Serketina Kurdên Tirkiyeyê di aliyê siyasî de baştirîn belgeye ligel ezmûna Kurdistana Îraqê.

Mehr lesen....

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum