"JINHA" erste kurdische Nachrichtenagentur von Frauen für Frauen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

"JINHA" erste kurdische Nachrichtenagentur von Frauen für Frauen

von Azadiyakurdistan am 31.03.2012 20:08

JINHA ist die erste kurdische Nachrichten Agentur von Frauen für Frauen.

JINHA berichtet auf Kurdisch, Türkisch und Englisch.

http://www.jinhaber.com/ku/



Amed - Yekemîn Ajansa Nûçeyan a Jinan JINHA, li ser malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir.

Ajansa Nûçeyan a Jinê ya ku navenda wê li Amedê ye hate avakirin. Hemû xebatkarên wê jin in. Ajansa Nûçeyan a Jin (JINHA) di cîhanê de yekem ajansa nûçeya ku ji nûçegihan, rêveber, şêwirmendên hiqûqî, hesabgir û hemû xebatkarên wê xwerû jin in. Dibêjin " Em ê zimanê çapemeniyê biguherînin".

Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA), bi dirûşima "Dengê Cîhana Jinê" li ser malpera xwe ya înternetê dest bi weşanê kir. JINHA, ku bi çav û nêrînên jinê nûçe amade dike û belav dike. Ji rêveberên ajansê Hazal Peyker dibêje; " Me her tim didît ku xala dawî ya nûçeyan ji aliyê zilaman ve dihate danîn. Em dixwest em ji zimaneke zayendperest dûr bikevin. Lê mixabin, her tim xala dawiyê ji aliyê zilaman ve dihate danîn. Armanca me ew e ku em zimanê çapemeniyê bi temamî ji zimanê nêratiyê paqij bikin û em dixwazin nêrîneke ne zayendperest biafirînin."

JINHA, bi zimanê Kurdî, Înglîzî û Tirkî li ser înternetê dest bi weşana xwe kir. Nûçeyên wê yên yekemîn; Jiyaneke bi çand û wekheviya jinê: Gundê Vakifli, 'Em dikarin, ji ber ku em jin in!', 'Jin, hêza guhertina civakê ye'

Navnîşana malper JINHA wiha ye: http://www.jinhaber.com/ku/

ANF NEWS AGENCY

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 31.03.2012 20:11.

« zurück zum Forum