Kerkûk ist unsere Identität unser Stolz und Ehre

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kerkûk ist unsere Identität unser Stolz und Ehre

von Azadiyakurdistan am 02.12.2011 13:50




AvestakurdSerokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî der barê pirsa Kerkûkê de peyamek vekirî ku cih nade ji gotûbêjan re da berpirsên Bexdayê.

Yek ji pirsên herî girîng ku negengaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê û miletê Kurd der barê wê de yek gaveke biçûk jî paşde biavêje, pirsa Kerkûkê ye. Her ji dema şoreşa Barzaniyê nemir were miletê Kurd ev gotiye "Em dev ji Kerkûkê bernadin, ew nasnameya me ye!" Îro pirsa Kerkûkê di navbera Hewlêr û Bexdayê de hêj nehatiye çareserkirin û rêveberiya Bexdayê xwe ji nebihîstî dike. Heta berî demekê Serokwezîrê Îraqê Nûrî El Malikî der barê Kerkûkê de ev gotibû "Ez canê xwe bidim, lê Kerkûkê nadim." Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî di hevpyevîna ajansa Reutersê ligel kirî de li ser pirsa Kerkûkê bersiveke vekirî da ku rê nade tu gotûbêjan. Serok Barzanî da diyar kirin ku, pirsa neft û gazê û peymanên di vê der barê cudane û pirsa Kerkûkê cuda ye. Serok Barzanî wiha got "Me di vê pirsê de nermiyê nîşan daye. Dema ku me xala 140'ê pejirand, tu gumanên me li ser van herêman tune bû, ew herêm bi temamî Kurdî ne." Serok Barzanî dîsa got "Em bi tu awayî dest ji Kerkûkê bernadin. Eve pirsa nasnameyê ye, şeref û rûmetê ye, em çawa dikarin dest jê berdin? Pirsa neftê û gazê jî pirsek e din e. Divê ev her du tim bi hev ve nayê girêdan."

Avestakurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum