Konferansa çand û wêjeya kurd li dar dikeve

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Konferansa çand û wêjeya kurd li dar dikeve

von GulaKurdistane am 30.10.2010 15:04

Diyarbekir, 30 Cotmeh (Aknews) – Ji aliyê KCD’ê ve, di navbera 11-12’ê berfanbara 2010’an de li Diyarbekirê “Konferansa Çand, Huner û Wêjeya Kurd” tê lidarxistin. Dê ji her çar parçeyan û Ewropayê gelek hunermend, nivîskar û zimanzan tevli konferansê bibin.

Li Salona Parka Sumerê ya li Diyarbekirê derbarê naveroka konferansê de civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Aysel Tugluk, Parlamentera BDP’ê ya Batmanê Ayla Akat Ata, $aredar Osman Baydemîr, Zimanzan Samî Tan, hunermend Rojda $enses û Genim tevli civînê bûn.

Hunermend Genim ku li ser navê be$daran axivî, diyar kir ku armanca bingehîn a vê konferansê parastin û pê$xistina nirxên madî û manewî yên gelê kurd e û wiha got: “Nirxên çandî ji bo her mirov û gelî nirxên azadi jiyan û hebûnê îfade dikin. Gelê me bi hezar salan e ku li ser axa Kurdistanê xwe spartiye nirxên xwe yên dewlemend ên çandî û xwe parastiye.. Hebûna xwe parastiye û di têko$îna azadiyê de heter kiriye û tu carî koletiyê nepejirandiye.”

Hunermend Genim, bal ki$and ku bi sedan sal in li ser çand, huner, ziman û wêjeya kurd çewsandinên mezin hene û wiha axivî: “Li hember van êrî$an hemu 1. Konferansa Çand, Huner û Wêjeyê ya Kurdan dê yekîtiya neteweyî ya kurdan xurt bike bi niqa$kirina anda neteweyî dê hevparkirin û pi$tgiriyê xurt bike. Rastiya kurd û Kurdistanê ya ku xwe dispêre mirateya dîroki encax bi yekitiya fikrî, ruhî û çandî ve dikare were lidarxistin.”

Li ser pirsa AKnews’ê ya “navdarên ku dê tevlî konferansê bibin diyar bûne yan na?” Serokê Enstîtuya Kurdi ya Stenbolê Samî Tan axivî. Tan, da zanîn ku ji bo wan hemû kesên ku be$darî konferansê dibin girîng in û dê ji Sovyeta berê, çar parçeyên ku kurd lê dijîn û Ewropayê bi dehan pisporên kurd tevli konferansê bibin.

Antworten

« zurück zum Forum