Kurden in Israel eröffnen einen TV-Sender

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Kurden in Israel eröffnen einen TV-Sender

von Azadiyakurdistan am 24.09.2011 18:27




Hate ragihandin ku dê di demeke nêzîk de kurdên Îsraîlê televîzyoneke bi zimanê kurdî û îbrî vekin.

Çalakê warê civaka sivîl Êlan Îsraîl ji AKnewsê re got, "Duhî wek kurdên Îsraîlê me bi destpêşxeriya Komela Kurdên Cuhiyên Îsraîlê, xwepêşandaneke nerazîbûnê li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê kir ku tê de digel hildana alayên Kurdistan û Îsraîlê, çendîn durişmên wek "turk stop killing kurd", "bijî Kurdistan, dewleta Kurdî û dostayetiya kurd û Îsraîlê" hatin bilindkirin."

Navborî got, "Ev duhemîn xwepêşandana kurdên Îsraîlê ya bo piştgiriya kurdan û şermezarkirina êrîşên Tirkiye û Îranê yên bo ser deverên Herêma Kurdistanê bû. Xwepêşandana yekê li 8ê tîrmeha borî li ber balyozxaneya Tirkiyeyê li Telebîbê hate sazkirin."

Êlan Îsraîl got, "Em niha bi awayekî rijd hewla danîna lobîyeke kurdan li Îsraîlê didin û me gavên baş jî bo vê hizrê avêtine. Kurdên Îsraîlê berdewam in di piştgiriya xwe ya bo Kurdistanê û gelê kurd. Her wiha yek ji çalakiyên kurdên Îsraîlê ew e ku di van rojan de dê televîzyoneke bi kurdî û îbrî vekin."

Navborî da zanîn ku niha li Îsraîlê 350 hezar kurd dijîn û hatina kurdan bo Îsraîlê di sala 1942an de dest pê kiriye.

AKnews

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum