Mesûd Barzanî in Ankara: Unabhängigkeit ist unser Recht!!!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî in Ankara: Unabhängigkeit ist unser Recht!!!

von Azadiyakurdistan am 20.04.2012 21:03



Mesûd Barzanî der Präsident der Autonomen Region Kurdistan hat in Ankara gesagt: Jedes Volk hat das Recht einen unabhängigen Staat zu gründen!!!

Enqere, 20 Nîsan (AKnews) – Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ku niha li Tirkiyê ye, diyar kir, her miletek mafê wî heye dewleta xwe ya serbixwe ava bike û wiha axivî, "Lê em dixazin nav Iraqê de bimînin. Heke yên din xwe nêzîkî çareseriyê nekin wê demê em neçar dibin vegerin gelê xwe, ji ber ku rêyek din namîne."

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî, ku bo hevdîtina digel rayedarên Tirkiyê, çûye wî welatî, li paytext Enqereyê, bi komek rojnamevan re civiya. Peyamnêrê AKnewsê jî li wir amade bû.

Barzanî, diyar kir, bo çareseriya aloziya niha ya Iraqê, digel aliyên din ên Iraqî re hevdîtin pêk anîne û got, arîşe ji binpêkirina destûrê û siyaseta dîktatorane ya Malikî çavaknî digire.

Mesûd Barzanî, ragihand, wek kurd alîgirê Iraqeke yekparçe ne lê heke aliyên din xwe nêzîkî çareseriyê neke, dê biryara dawî xelk bide û wiha pêde çû, "Avakirina dewletek serbixwe mafê her miletekî ye. Em dixazin çareserî di nav Iraqê de be lê dema aliyên din vê yekê qebûl neke emê vegerin gelê xwe, ji ber ku êdî rêyek din namîne."

Serokê Herêma Kurdistanê, di bersiva pirsên li bara çarenivîsa Kerkûkê de jî got, pirsa Kerkûkê dê bi madeya 140 a destûra Iraqê bê çareserkirin û wiha anî ziman, "Gelê Kerkûkê dê çarenivîsa wê diyar bikkin."

Barzanî, got, ew dixazin Tirkiye roleke erênî bo çareseriya arîşe û aloziya Iraqê bilîze.

ka Akenws
wergêr: sm

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 20.04.2012 21:04.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Mesûd Barzanî in Ankara: Unabhängigkeit ist unser Recht!!!

von Azadiyakurdistan am 20.04.2012 21:26

Mesûd Barzanî hat sich auch mit Selahetîn Demirtaş, Ahmet Turk und Gûltan Kîşanak getroffen.



Hewlêr, 20 Nîsan (AKnews) - Serokê Herema Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro bi Serokomarê Tirkiyê Abdullah Gul, Wezîrê Karê Derve Ahemet Davutoglu, Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk re civiya. Hat ragihandin ku di hevdîtinan de mijarên PKK, Suriye û rewşa Iraqê hatine axaftin.

Li gorî medya Tirkiyê, Serokê Herema Kurdistanê, Mesûd Barzanî ku ji bo hin rêzehevdîtinan bike pêr hatibû Tirkiyeyê, piştî li Stenbolê bi Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan re hat cem hev, derbasî paytext Enqereyê bû. Barzanî di çarçoveya serdanên xwe de pêşî bi Wezîrê Karê Derva Ahmet Davutoglu re hat cem hev. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên wezaretê hatine girtin di hevdîtina ji çapemeniyê re girtî hatiye lidarxistin de mijarên; PKK, Suriye û krîza di navbera Hewler û Bexdayê de hatine nîqaşkirin.

Piştî Davûtoglu Barzanî û heyeta pêre ji aliyê Serokomarê Tirk Abdullah Gul ve li Qesra Çankayayê bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin. Hevdîtina Baraznî û Gul, ji çapemeniyê re girtî hat pêkanîn. Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de mijara 'Têkoşîna li hemberî PKK'ê' hatiye nîqaşkirin. Piştî hevdîtinê tu daxuyanî nehatin dayîn.

Barzanî, piştî Gul rêze hevdîtinên xwe bi Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Gultan Kişanak û Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk re domand. Hevdîtin li Sheraton Otel a Enqereyê pêk hat. Hevserokê Giştî yê BDP'ê Demîrtaş, piştî hevdîtinê li ber deriyê otelê daxuyaniyek kin da û ev tişt anîn ziman: "Me li ser mijarên rojane sohbet kir. Tu rojevên me ên taybet tune bûn." Demîrtaş pirsên rojnamevanan jî nebersivand.

sm AKnews

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum