Nêçîrvan Barzanî: Wir sind bereit zwischen der Türkei und PKK zu vermitteln

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Nêçîrvan Barzanî: Wir sind bereit zwischen der Türkei und PKK zu vermitteln

von Azadiyakurdistan am 17.10.2012 21:09



Der Ministerpräsident der Autonomen Region Kurdistan Nêçîrvan Barzanî sagte zu BBC Farsî (Persisch), dass er bereit ist zwischen der Türkei und der PKK zu vermitteln und dass das Treffen zwischen den beiden Seiten wichtig ist für die Lösung der Kurden-Frage in Nord-Kurdistan (Türkei).
Weiter sagte er, wenn die Türkei wirklich die PKK-Frage lösen möchte muss sie sich mit der PKK und den PKK-Führer Abdullah Ocalan treffen.

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi rêya BBC pêşniyar kir ku amadeye di navbera Tirkiye û PKKê de bibin navbeynkar. Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêkan hevdîtinên navbera PKK û Tirkiyê de giring in.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bersiva pirsên BBC Farisî da. Nêçîrvan Barzanî pêşniyar kir ku di navbera PKK û Tirkiyê de navbeynkariyê bike. Navbirî diyar kir ku divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên sererastkirin û wiha got: "Ger Tirkiye bi rastî dixwaze pirsa PKKê çareser bike, divê bi PKK û heta bi serokê wê Ocalan re hevdîtinan bike."

Nêçîrvan Barzanî ji bo çareseriya pirsa kurd li Tirkiyê 3 pêşniyar kir. Yek ji van pêşniyaran jî ew e ku şert û mercê serokê PKKê Abdullah Ocalan ên girtîgehê bên başkirin. Di vê derbarê Nêçîrvan Barzanî got: "Divê Tirkiye berî her tiştî bi Ocalan re hevdîtinê çêke. Pêşniyara bila PKK bê şert û merc çekan dane, tiştekî derveyî mantiqe. Ji bo çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyê pêşniyarên me çêbûn. Em ji bo navbeynkariya Tirkiye û PKKê, heta ji bo hevdîtinên navbera herdu aliyan de jî amadene û amadene malavayiyê bikin. Divê berî her tiştî PKK û Tirkiye şer rawestînin. Divê şert û mercên Ocalan ên girtîgehê bên baş kirin û ji bo çareserkirina pirsa kurd, dest bi hevdîtinên ciddî bên kirin."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum