Îran ji Kurdan ditirse!

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


PiskopataAmede

30, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 25

Îran ji Kurdan ditirse!

von PiskopataAmede am 29.07.2011 01:07



Serokê Konseya Rêveber yê KCK'ê Murat Karayilan derbarê êrîshên artêsha Îranê de axivî û got ku Îran ditirse Kurd di rûxandina rejîma Îran de cih bigirin.



Serokê Konseya Rêveber yê KCK'ê Murat Karayilan derbarê êrîshên artêsha Îranê de axivî û got ku Îran ditirse Kurd di rûxandina rejîma Îran de cih bigirin. Her wiha Karayilan balkishnad ku Amerîka, Tirkiyê û Îran bi hev re tevgerê dikin. Dîsa Karayilan dide diyar kirin ku bila tikes wan ezmûn neke, niha heger em sherê li dijî Tirkiyê rawestînin û sherê Îranê bikin, wê çi bibe? 6 heyvan Îran nikare li berxwebide. Karayilan balê dikshîne ku, ev projeya Tirkiyê û Îranê a dagirkirina Kurdane. Her wiha Karayilan dibêjê ku Îranê 30 hezar leshkerên li ser herlmeke 30 km belavkirine û sherekî dijwar û tund tê kirin. Karayilan li ser îdiakirinên Îranê ku birayrgeha PJAK'ê kirine destê xwe got "Dibêjin ku wan biryargeha PJAK'ê kirine destê xwe, lê hêj nikarîne derbasî sînor bibin." Li gor rojnameya Radikal belavkirî de, Karayilan wiha rewshê dinirxîne: "Îranê ji hikûmeta Herêmê xwest tevlî vê planê bibe. Eger, hikûmeta Herêmê tevlî bûbane wê çi bibane? Plana Îranê teqandina dînameta di nava Kurdan de û li dijî hev sher kirin! Pêdivî bû rêveberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê proje red kiribane. Gotibûn; em tevlî nabin, merc ji vêre ne hazirin, em bi leshkerî tevlî nabin, lê em ê dora Qendîl bigirin. Ev jî, tê wateya wext derbas kirinê. Ev mijara rexnê ye. Lê, pashê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzîk nebû û proje nekire bizavê. Jiber ku Hikûmeta Herêmê proje nekir bizavê, Îranê nerazîbûna xwe nîshan da. Nimûne; devere Hacî Umran bombebaran kir. Bi taybetî deverên di bin kontrola PDK'ê da ber topan, êrîsh pirtir kirin. Heta Serokê Herêmê Mesûd Barzanî li dijî êrîshan daxuyanî da. Gef li wî jî, kirin. Ew jî, tawanbar kirin û gotin terorê dihewîne. Armanca Îranê ew bû wan jî, tevlî bike. Lê dema tevlî nebûn, bûne armanca Îranê. Bi vî rengî, dixwazin Qendîl têxin destê xwe û derbekê li me û PJAK'ê bixin. Dixwazin bi ketina Qendîl, zextê li hemû Kurdan bikin. Bi taybetî wê gef û zextê li PDK'ê û hemû hêzên Bashûrê Kurdistan zêde bikin. Ew dixwazin siyaseta xwe li ser wan bidin meshandin. Siyaseta Îranê wisane, ya bi min re ya li dijî min." Karayilan bal kishand ser Tirkiyê, Amerîka û Îranê di û cihên wan di operasyonê de û got " Rûyekî din ê vê heye. Niha Îran êrîshî Qendîl dike. Ji destpêkê heta niha balefirên keshfê ên Amerîka li ser Qendîl re diçin û tên. Ev keshif çi ne? Hindek dikarin bibêjin ev balefir çavdêriya Îranê dikin. Na, çavdêriya Îranê nakin, jiber ku di nava beshê sînor de digerin. Van keshifan didin Tirkiyê, Tirk jî, didin Îranê. Niha rastiyeke wisa heye: Amerîka, Tirkiyê û Îran bûne yek. Rastî ev e. Divê gelê Îranê vê rastiyê bibîne, rêveberiya wan rast nabêje. Hemû alî dixwazin Kurdan ji hêz bixin û wan bikin pêdivîdarê xwe. Li vir sherî îradê heye." Her wiha Karayilan got "Îran bash dizane ku wê pêshketin û guhartinên li Rojhilata Navîn dibin, wê derbazî nava wê jî, bibe. Îran hesabê xwe dike. Îran dibêjê, Kurdan rûxandina rejîma Îraqê de cih girt, li Sûriyê jî hêzekin û wê di rûxandina rejîma Îranê de jî, cih bigirin. Dibêjin ew dixwazin Kurdan ji hêz bixin û parçeparçe bikin."

AvestaKurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 29.07.2011 01:08.

« zurück zum Forum