Hunermendên Kurd / Kurdische SängerInnen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Hunermendên Kurd / Kurdische SängerInnen

von Azadiyakurdistan am 18.01.2011 21:00

40 Deqîqe: Interview von Dilbixwîn Dara mit Hunermendê hêja û dengxwe$ Fatê

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 20.02.2011 19:17.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Hunermend Bangîn albuma 2011ê amade dike

von Azadiyakurdistan am 24.01.2011 20:57

Hunermendê kurd Bangîn dê albumeke nû ya stranan di Adara bê de belav bike.



Hunermend Bangîn, derbarê albuma xwe ya nû de ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Ez niha albumekê amade dikim ji 7 stranan pêk hatiye û gotinên wê yên helbestvan Kerîmo ne, awaz jî hemû min amade kirine.”

Bengîn bal ki$and ku ew ê hewl bide albuma xwe berî 12ê Adara 2011ê bide belavkirin.

Derbarê stranên di nav albumê de Bangîn got, “Di nav vê albumê de du stranên ni$timanperwerî, yek li ser serhildana rojavayê Kurdistanê û yek jî dîsan li ser Zinara Erebî ye.”

Bangîn amaje kir ku ew bi xwe sponseriya vê berhemê dike û çi alî pi$tevaniyê nakin.

Tê zanîn hunermend Bangîn xelkê bajêrê Efrînê ye bakur-rojavayê Sûriya, li welat 4 album stranan belav kirin û ji wan strana “Zinara Erebî” ya li ser projeya bicihkirina ereban li herêmên Kurdan, ev stran li Sûriya hate qedexekirin û bûye egera derketina Bangîn bo derveyî welat.

mb (AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 24.01.2011 20:57.

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Narîna Kurdî: Ez ne heliyame, mamostayê min heliya ye

von Azadiyakurdistan am 15.02.2011 02:32



Keça stranbêj a ji Bakûrê Kurdistanê Narîn Serdar a bi navê Narîna Kurdî hatiye naskirin, di sala 1995an de li bajarê Wanê ji dayîk bûye. Niha li navçeya Behrikê ya girêdayî bajarê Hewlêrê li gel xêzana xwe jiyan dike. Narîn xwedî hestekî Kurdayetî yê bilind e û dibêje pi$tî hatina wê ya ba$ûrê Kurdistanê, ew bûye keçek Kurdistanî û navegere. Narîn di vê hevpeyvînê bi Rûdawê re gelek ti$tan e$kere dike.

Rûdaw: Çima li gel navê te, pa$navê Kurdî heye?
Narîn: Kurdî navek xwe$ e û ji bo min azadî ye. Ji ber vê yekê min Kurdî kir pa$navê xwe.

Narîn tê çi wateyê?
Tê wateya ti$tek narîn û nazik.

Tu çawa hatî Ba$ûrê Kurdistanê?
Ez li Bakûr û Tirkiyê jî hunermend bûm. Min biryar da ku serdana Kurdistana azad bikim. Dema ez hatim vê derê, min hinek konser sazkirin û dengê min li xwe$a xelkê çû. Ji ber vê yekê min biryar da ku li vê derê bimînim. Niha tenê ji bo serdana xizmên xwe vedigerim Bakûrê Kurdistanê. Ez bi xêzana xwe ve hatime vê derê û bûme keçek Kurdistanî. Êdî naçim Tirkiyê.

Li Bakûr û Tirkiyê derfetên pê$kevtina stranbêjên Kurd nîne?
Niha Tirkiye ne wekî berê ye, heta radeyekê azadî heye. Ez bi cilûbergên Kurdî be$darî kanala Urfa Tv bûm, bi kurdî axivîm û stran gotim. Ji min re ti pirsgirêk çênebûn.

Tu guhdarvanên stranên kurmancî li Ba$ûrê Kurdistanê çawa dibînî?
Li vê derê gelek kes guhdariya stranên Kurmancî dikin.

Albuma te ya yekem bi navê ‘Ez Heliyam’ bû, tu ji kê re heliya?
(Bi pêkenîn), Elhemdûllilah ez ji bo kesê neheliyame. Ez ne evîndar im ku bihelim. Helbesta wê stranê, mamê min daniye û mamosta ye. Ez nizanim mamosta çima ew helbest nivîsandiye. Herçendî min ew stran gotiye, lê armanca min a ji wê stranê ew bû ku dema du evîndar ji hev cûda dibin, keç ji kur re dibêje; ez ji bo te heliyam, wekî berfa serê çiyan.

Te di Festîfala Ciwanê Salê de stran got, xelatkirina wan ciwanan çawa bû?
Karek pir ba$ bû. Ez hêvîdarim ku ciwan bi berdewamî bên xelatkirin.

Albuma te ya yekem (Ez Heliyam) hemû bi kurmancî bû, çend hat firotin?
Min ew album bi rêya $îrketeka Tirk belav kir û 7 hezar CD hatibûn çapkirin. Ew album tenê li Bakûr û Tirkiyê hatiye belavkirin, hejmarek zêde destxwe$î li min kirin û digotin dengê te gelek xwe$ e.

Daxwaza te çiye û tu dixwazî di pê$erojê de bibî çi?
Ez dixwazim bibim hunermendek mezin, wek Ey$e $an û $ehrîbana Kurdî.

Zêdetir Bixwîne...

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: Hunermendên Kurd / Kurdische SängerInnen

von Kudo21 am 19.09.2013 20:27

interview mit der kurdischen Band ,,Li Dinê´´  (Kurdisch und Englisch)

 

Antworten

« zurück zum Forum