In Battlefield 3 spielen Kurden die Terroristen-Rolle

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

In Battlefield 3 spielen Kurden die Terroristen-Rolle

von Azadiyakurdistan am 26.12.2011 14:34



Stockholm: Ji çar aliyan rexne li lîstika komputerê ya pirrfiroş "Battlefield 3″ tên kirin lê ciwanên kurd pê dilxweş in, herçendî ku di lîstikê de Kurd rola terorîstan dilîzin.

Lîstika komputerê "Battlefield 3″ ku tê wateya "qada şerê" û berdewama Battlefield 2 ye, ji aliyê amerîkî û swêdiyan ve hatiye amade kirin û sala 2011ê li Swêdê bû lîstika salê. Belkî cara yekê be ku di lîstikek wiha hezkirî de rolek ji bo Kurdan jî hatibe veqetandin, lê Kurd rolek bi guman dilîzin, ew jî rola terorîstan e.

Di lîstikê de leşkerên amerîkî (U.S. Marine) derdikevin nêçîra terorîstan û li Parîsê, Tehranê û New Yorkê şerê terorîstan dikin. Battlefield 3 di 27.10.2011de ji bo PC ket bazarê û di tenê yek heftêyê de 5 milyon jê hatin firotin. Jixwe çavên gellek lîstikvanan li vê lîstikê bû û niha li bendê ne ku wek diyariya Noelê bikeve destê wan. Yek ji taybetiyên vê lîstikê ew e ku mirov tenê jî dikare bilîze, bi hevalên xwe re, an jî bi gellek kesên din re bi rêya înternetê.

Çîroka lîstikê bi kurtasî wiha ye: Çawîşekî amerîkî ji bo erkekî diçe Kurdistana Başûr. Li Silêmaniyê serê wî bi komek terorîst re dikeve belayê. Piştre diçe Tehranê ku dijminan rawestîne, da ku bombeyên atomî navêjine Parîsê û New Yorkê û şerên wan li ser vê yekê dom dike, heta ku çawîş pêşiya felaketeke mezin digire.

"Battlefield 3″ gellek deng veda lê belê gellek rexne jî hene. Li gor ajansa nûçeyan a fransî AFP, li Îranê ev lîstik hatiye qedexe kirin û polîsan bi ser dikanên CDyan de girtine û dest danîne ser hemû CDyên vê lîstikê. Lê gelo Kurd çawa li vê lîstikê û mohrkirina Kurdan wek terorîst dinerin?

Me ji çend xortên kurd ku bi lîstikê dilîzin, pirs kir ka ew çawa li vê morkirina Kurdan dinerin. Yasîn Akan xortekî 23 sali ye. Ew wiha dibeje: "Bi raya min ev bi zelalî propagandayeke amerîkî ye û di çavên wan de Rojhilata Navîn warê terorê ye. Lê bi min, herçend grûbek Kurd wek terorîst nîşan dabin jî, min zimanê kurdî ewqas nebihîst, lewra xweşiya min neçû ewqas. Yasîn guhê xwe ji kurdiyê re tûj kiriye lê dîsa jî "serokê terorîstan bi xwe bi erebî diaxive û yên din jî farisî diaxivin, gellek caran. Lîstik bi xwe wek hemû lîstikên amerîkî propagandaya wan e: Amerîkî yên baş in (good guys) û kesên ji Rojhilata Navîn terorîst in." Hinek xort vê grûba terorîstan dişibînin gerîllayên PJAKê, lê li gor Yasîn Akan ev tenê spekûlasyon in.

Ciwanekî din yê kurd ku lîstikê nas dike, Botan Ala ye. Botanê 20 salî dibêje ku ev lîstik tenê fantazî ye, di fantaziyê de jî hertişt azad e: "Ew nabêjin Kurd hemû terorîst in, tenê grûbek ji wan. Bi lîstikekê em nabine terorîst. Lê ku navê Kurdistanê ketiye nav lîstikek wiha mezin, kolanên Silêmaniyê didin nîşan, behsa Kurdan dikin, ev tenê xweş e."

Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Scorpion

33, Männlich

Beiträge: 53

Re: In Battlefield 3 spielen Kurden die Terroristen-Rolle

von Scorpion am 27.12.2011 18:46

heta gi xwedê jî bi amriîkia ra ser kir, ewê jî bi Terrorist bebê hahaha. 

Antworten

« zurück zum Forum