Suche nach Beiträgen von Biji_Kurdistan

Erste Seite  |  «  |  1  ...  4  |  5  |  6  |  7 Die Suche lieferte 68 Ergebnisse:


Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Kamkaran festîvala WOMAD a Londonê xemilandin

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 22:48



Avestakurd - Di festîvala navdewletî ya musîqayê ya Womad a li bajarê Londonê de Grûba Musîqa ya Kamkaran, bi çend mûsîqa û stranên kurdî, festîvala han xemiland.

Li gorî malpera “kurdistanukurd.com” pi$tî be$darîkirina di Festîvala Ford a Navdewletî li bajarê Oslo ya Nerwêcê, û bajarê London û Menchester yên Brîtanyayê, roja 26’ê Tîrmehê grûba Kamkaran di festîvala navdewletî ya WOMAD a li bajarê Londonê de di her 2 be$ên kurdî farsî de çend stran pê$kê$ kirin.

Her wiha di festîvalê de, grûba han parçe musîqayek bi awazdanîna Ho$eng Kamkar, Erselan Kamkar, Erde$îr Kamkar û Pê$eng Kamkar pê$kê$ kirin, her wiha musîqaya folklorê ya kurdî jî bo bîneran pê$kê$ kirin.

Hêjayî gotinê ye ku grûba Kamkar grûbeke kurdî ye ku li bajarê Sine a Rojhilatê Kurdistana hatiye damezirandin û heya niha bi dehan karên hunerî yên balkê$ pê$kê$ kirine, û di festîvala WOMAD de bi germî pê$wazî li wan hate kirin.

avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 31.07.2010 14:01.

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Dr. Qeredaxî: PKK ne terorîst e

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 17:19



Avestakurd - Emîndarê Gi$tî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman Praf. Dr. Elî Qeredaxî, diyar kir ku yekîtiya wan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi hêzek terorîstî nabîne.

Profsor Dr. Elî Qeredaxî, duhî, di civînek çapemeniyê de li Hewlêrê behsa hinek pirsên taybet bi vê navendê û pira kurdan kir.

Li gorî malpera wê yekîtiyê, Qeredaxî, derbarê daxuyaniya Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Musilman Dr. Yusif Qerezawî ku Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi terorîst dabû zanîn wiha got, “Ger Qerezawî axaftinek bi vî awayî kiribe, ew nêrîna taybetî ya wî bi xwe ye û Yekîtiya Zanayan jê berpirsyar nîne û bi navê yekîtiyê ve neaxiviye” û diyar kir ku Qerezawî behsa PKK’ê nekiriye behsa kiryarên wê kiriye.

Qeredaxî wiha pê de çû, “Qerezawî pirsgirêka kurdan bi pirsgirêkek rewa dizane, min çendîn car ji zarê wî bihîstiye ku gotiye gelê kurd geleke sitemlêkirî ye û mafê wan e ku wekî tev galên cîhanê hikûmeta wan hebe û serbixwe û azad bin”.

avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 31.07.2010 14:02.

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Komela Kurdî li Arnhemê bû armanca êrişên nijadperstên Turk

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 16:14





Avestakurd- Rojnameya holendî De Gelderlander ragihand ko roja çar$emê hinekan kevir avêtine pencera komeleya kurdî Koç-Kak li Arnhem/Holenda




Rojnameya holendî De Gelderlander ragihand ko roja çar$emê hinekan kevir avêtine pencera komeleya kurdî Koç-Kak li Arnhem/Holenda. Li gor komeleyê tê texmînkirin ko nijadperestên tirk ev yek kirine pey bueyrên vê dawiyê li Hatay û Ingol.

Dawiya sala 2007an Tirkan agir berdabûn komela Koç-Kakê. Wê demê $aredarê Arnhemê Krikke bi kurdan û tirkan re axivî û ji wan xwest aramiyê li bajar biparêzin.

Polîs lêpirsînê dike û herweha $aredarî ji rew$a navbera kurdan û tirkan haydar e.



avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 30.07.2010 16:16.

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Lehî li Çînê: dora 10 melyon kes ji malên wan hatin derxistin

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 16:11








Avesakurd- Di encama lehiyên ko li Çînê çêbûn di van rojên dawî de dora 1000 kes mirin, 500 kes windayî ne û dora 10 melyon kes ji malên wan hatin derxistin




Li herêma Çemê Yangzi, ye ji dirêjtirîn çemên Asyayê, çend heftiye ko baran dibare û lehî rabûye. Nêzîka 900.000 xanî ruxiyan.

Li gor texmînên Meteologan dê baran çend rojên din jî bidome. Ev lehî yek ji kambaxtirîn lehiyên salên bihurî ye. L.D



avestakurd

Antworten

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Amerîka dê dorpêçên li ser Îranê berfireh bike

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 16:06



Avestakurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dê bi merema berfirehkirina dorpêçên ser Îranê, nûnerên xwe bi$îne welatên Rojhilata Navîn û Asyayî û Amrîkaya Ba$ûr.

Li gorî malpera BBC’ê Wezîrê Xezînedarî yê DYA’ê Daniel Glaser û Cîgirê Taybetî yê Wezareta Derve derbarê qedexekirina çekên Nukleerî Robert Nihon, roja pênc$emiyê mijara han bo nûnerên Parlamentoyê diyar kirin.

Daniel Glaser da xuya kirin ku Hikûmeta Barack Obama dê hewl bide dorpêçên li dijî Îranê berfireh bike û bo vê meremê dê nûnerên xwe bo welatên Asyayî, Rojhilata Navîn û Amewrîkaya Ba$ûr bi$îne ku hê$ta dorpêçên li dijî Îranê ranegehandine.

Daniel Glaser diyar kir ku dê di gel Robert Nihon bo vê merema di çend rojên dahatî de serdana Japonya, Çîn û Kurdiya Ba$ûr bike.

Hêjayî gotinê ye ku heyamekê berî niha civata ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî (NY) dewra 4’ê ya dorpêçên li dijî Îranê pesend kir û pi$tre jî Yekîtiya Ewropayê û Kanada jî di hewleke hemaheng de dorpoêçn ser vî welatî berfireh kirin.


avestakurd

Antworten Zuletzt bearbeitet am 31.07.2010 14:03.

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Qeladizê: Jinek û keçekê xwe şewitand jiyana xwe ji dest dan

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 15:37








Avesta - 9’ê vê mehê li qezaya Qeladizê keçeke 16 alî a bi navê Fatîme Mehmûd ku xwendikara pola hey$tê bineretiyê (destpêkê) bû...

xwe $ewitand û pi$tî 2 seatan li nexwe$xaneyê jiyana xwe ji dest da. Pi$tî 2 hefteyan ji wê bûyerê li heman qezayê jineke 25 salî a bi navê Gewher Îbrahîm jî xwe $ewitand û ji ber ku malbata wê ew ranekirin nexwe$xaneyê li malê jiyana xwe ji dest da.
Di heqê sedema xwe$ewitandina Fatîmeyê de kesekê nêzî malbata wê ji Warvînê re got: “Pi$tî ku bavê wê keçê miriye, diya wê bi zilamekî din re zewiciye û Fatîme, xwî$k û birayên wê bêserpere$t dimînin. Ev yek dibe sedema têkçûna rew$a derûniya Fatîmeyê û herî dawî xwe $ewitand û jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekê ji binkeya polîsê Pi$derê ji Warvînê re got: “Rêjay $ewata wê keçê ji%100 bû û pi$tî 2 seatan bêyî ku bikare îfadeyek jê bê wergirtin, jiyana xwe ji dest daye.”

Pi$tî du hefteyan ji bûyera xwe$ewitandina Fatîmeyê, li gundê Hel$û a heman qezayê (Qeladizê) jî jineke 25 salî a bi navê Ggewher Îbrahîm ji ber arî$eyeke malbatî xwe $ewitand û tevî ku rêjeya $ewata wê kêm bû, lê ji ber ku malbata wê ew ranekiribû nexwe$xaneyê, Gewherê jî bi heman sedemê jiyana xwe ji dest da.

Li gor agahiyên hatine bidestxistin Gehwera 25 salî dayîka zarokeka 7 mehî bûye û di heqê rêjeya $ewata wê de jî çavkaniyeke polîs diyar kir ku rêjeya $ewata wê jinê %50 bûye, lê belê ji ber ku ranekirine nexwe$xaneyê û li malê ji aliyekê jinekê ve bi dermanên kurdewarî hatiye tedawîkirin, pi$tî du rojan ji bûyerê jiyana xwe ji dest daye.

Divê bê gotin ku li gor amara dawîn a rêvebiriya nehî$tina $îdeta li hemberî jinan, li her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî û Dihokê û îdareya Germiyanê ji ber $ewatê 207 jinan jiyana xwe ji dest daye. Warvîn

avstakurd

Antworten

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Petrola Teqteqê şampanya ye!

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 15:08



Avesta - Petrola Teqteq wek `$ampanya ya pî$esaziya petrolê` tê naskirin. Petrola Teqteq ji corê ba$ e û niha ev kêlgeh bûye yek ji ba$tirîn kêlgehên petrolê li seranserê cîhanê

Hefteya borî mil bi milê pisporê petrolê û avakerê kêlgeha petrolê Umer Bendin, min serdana Teqteq kir bi mebesta dîtina xelkê wê navçê û bandora vê pî$esaziyê liser jiyana wan a rojane.

Pi$tî bicîhi$tina dar û bexçeyên Hewlêrê, me da ser riya Kerkûkê û ji ni$kave awayê rê hat guherîn. Bo çend demjimêran, em da ser riyeke pir bi hevraz û ni$îvan û tozgirtî û me çend nî$anên mînên çandî jî dîtin, lê dikaneke biçûk ku herçar aliyên wê bi çend daran hatibû girtin dilê me xwe$ kir.

Gundên vê navçê hemû di dema proseya Enfal a Sedam de hatin rûxandin û niha navçe hê rûxandî maye, ji xeynî çend gundên biçûk ku hatine avakirin. Xwediyê wê dikanê, Sedîq Hemed (52) ku li gundê $êwe Sûr jidayik bûye di dema Enfalan de ligel binemala xwe reviyabû Îranê, wek gelek malên din, mala Sedîq jî vegeriyabûn gundê xwe jiber ba$bûna rew$a aborî ya navçê di encama dîtina petrolê de.

Navbirî got: "Kêlgehên petrolê yên vir pir ba$ in." Lê Sedîq nîgeraniya xwe jî pê$an da ku ger kêlgehên petrolê yên din li vê navçê ku nêzîkî Kerkûkê ye bên dîtin, dibe hikûmeta Bexda dest deyne ser wan û ji destê Kurdan û Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbixe.

Bo Osman Hesen ê endamê civata $aredariya nahiya $iwan, qazanca rasteqîne ya petrolê hê negihi$tiye: " Ji dema ku petrol hatiye dîtin, gundên navçê hê pere wernegirtine û hê zû ye, lê di pa$erojê de emê qazancên wê bibînin û hêdî hêdî ti$tan pê$ve dibin." Hesen herwiha daxwiyand ku qazanca petrolê niha gihaye bajarên wan lê pi$tî çend salên din wê bigihe gundên navçê jî.

Zêdetir Bixwîne...

Antworten Zuletzt bearbeitet am 30.07.2010 15:24.

Biji_Kurdistan

26, Männlich

  Fortgeschritten

Beiträge: 71

Re: Vorstellung der neuen User

von Biji_Kurdistan am 30.07.2010 00:30

hallo i am rodi i live in syria efrin in west kurdistan some times i visit germany i am 19 years my hobies is facebook,swimming,football,:-)
silav
rodi



:peace:

Antworten Zuletzt bearbeitet am 30.07.2010 00:34.
Erste Seite  |  «  |  1  ...  4  |  5  |  6  |  7

« zurück zur vorherigen Seite