Die irakische Armee möchte nach Zaxo marschieren

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Älteste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Die irakische Armee möchte nach Zaxo marschieren

von Azadiyakurdistan am 27.07.2012 13:55



Die irakische Armee möchte den Grenzpunkt Pêşxabûr (Peschkhabur) zwischen Süd-Kurdistan und West-Kurdistan kontrollieren. Dieser Grenzpunkt ist der einzige zwischen West- und Süd-Kurdistan und liegt unter Kontrolle der kurdischen Regierung in Süd-Kurdistan. Die kurdische Regierung hat in dieser Region Pêşmerge-Einheiten versetzt und gab den Befehl den Vormarsch der irakischen Armee zu verhindern.
 
Dihok (Rûdaw) – Du lîwayên artêşa Iraqê hewl didin ku dergehê Pêşxabûr ê li Herêma Kurdistanê ligel Sûriyê bigrin. Fermana rûbirûbûnê jî bi pêşmergeyan hatiye dayîn.

Li gor daxuyaniya çavkaniyek ji hêzên pêşmergeyên Kurdistanê yên li qezaya Zaxoyê dayî Rûdawê, îro hêzeke artêşa Iraqê ya ji herdu lîwayên 37 û 38 ên girêdayî firqeya 10 a artêşa Iraqê ku hemû jî Şîene, hatine nêzî gundê Qahîre yê girêdayî nahyeya Rebîe yê parêzgeha Mûsilê. Li gor daxuyaniya çavkaniya ku nexwest navê xwe eşkere bike, "Ew hêza artêşa Iraqê bêyî berê agehdariyekê bidin, îro saet 05.00ê sibehê gihiştine navçeyê."

Ew hêza artêşa Iraqê ya bo armanca ku hevkariya rejîma Sûriyê bike, dixwaze dergehê Pêşxabûr ku dikeve qezaya Zaxoyê bigre ku tekane dergehê sînorî yê Herêma Kurdistanê yê ligel Sûriyê ye. Li gor wê çavkaniyê, ew hêza Iraqê dixwaze "Heta pira Sihêlî bê ku 35 kîlometre ji Zaxoyê dûre. Bihaneya wan jî ew e ku dibêjin, em dixwazin sînorê Iraqê yê ligel Sûriyê biparêzin."

Niha hêzekî pêşmerge û wezareta pêşmergeyan li wê navçeyê kom bûne. Li gor wê çavkaniyê, "Hêzên pêşmergeyan niha wekî berî çend salan li gundê Qahîre ne û 500 metreyan ji wê hêza artêşa Iraqê ya hatî wê navçeyê dûr in. Pêşmerge li beramberî wê hêzê rawestiyane, nehiştine artêşa Iraqê di wê navçeyê de bên hundir û bigihin armanca xwe. Niha hêzekî zêdetir a pêşmergeyan bo wê navçeyê hatiye şandin." Heman çavkaniyê got: "Me fermana wê yekê heye ku ger hêza artêşa Iraqê êriş bike, em jî rûbirû bibin."

AzadiyaKurdistan/Rûdaw

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 28.07.2012 18:47.

« zurück zum Forum