Şanda KCDê îşev li Silêmanî ye

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Şanda KCDê îşev li Silêmanî ye

von Azadiyakurdistan am 04.09.2010 18:53



– $anda Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bo hevdîtinên bi Serokomarê Iraqê Celal Talebanî û Arîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî re î$ev tên Herêma Kurdistanê.

Li gorî agahiyên ku AKnewsê ji çavkaniyên KCDê bi dest xistine, di $anda di bin serokatiya Ahmet Türk de, Aysel Tugluk, Cigirêserokê Koma Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP) Bengi Yildiz, Parlamenterê Mû$ê yê BDPê Sirri Sakik, Nûnerê BDPê yê Hewlêrê Ru$en Mahmutoğlu û nivîskar-siyasetmedar Altan Tan cih digrin.

Endamên $andê bi rêya hewayî di saetên $evê de, ji Stenbolê dê derbasî Silêmanî bibin û ji hêla Serokomarê Iraqê Celal Talebanî ku di heman demê de Sekreterê Gi$tiyê Yekitiya Ni$timaniya Kurdistanê (YNK) ye dê bêne pê$wazîkirin.

$anda KCDê dê pi$tre derbasî Hewlêrê bibe û li vê derê bi Arîkarê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî re were ba hev.

Çavlirêyê ku, di hevdîtinan de kombûna Konferansa Neteweya Kurd û bo ku biryara bêçalakiya PKKê veguhêre agirbesteke mayînde pêwîstî dê bên gotûbêjkirin.

$anda KCDê, 27ê tîrmehê li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî re hevdîtin pêk anî bû.

ym AKnews

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Şanda KCDê îşev li Silêmanî ye

von Kurdewari am 05.09.2010 13:15

Ez hêvîdarim ku vê carê çarek bibînin jio bo pirsa Kurd li Tirkîyê.

Ez daxwaza yekîtî yê dikim û civîna netewî yê dikim.

Antworten

Ez_u_Tu

38, Weiblich

  Einsteiger/in

Beiträge: 223

Celal Talebanî: Dinya piştgiriya xebata kurdan ya demokratîk dike

von Ez_u_Tu am 05.09.2010 21:06



Îro serokkomarê Iraqê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pê$wazî li $andeya Kongreya Civaka Demokratîk û BDP-ê ya bi serokatiya Ahmed Turk kir. Celal Talebanî got divêt kurd xebata xwe ya demokratîk û a$tiyane xurt bikin.

Di hevdîtinekê de ko her yek ji Omer Fetah, Îmad Ehmed, Necmedîn Kerîm, Qadir Hemecan, Behroz Gelalî û Mehmûd Hacî Salih amade bûn, rew$a siyasî ya navçeyê, xurtkirina têkiliyên navbera herdu aliyan, peywendiya hêzên siyasî yên Kurdistanê digel hevdu û dîtina rêçareyekê ji bo pirsa kurd bi awayekî aştiyane, hate gotûbêjkirin.

Li gor Pukmediayê serokê KCD-ê Ahmet Turk di axaftina xwe de qala rew$a kurdan li Tirkiyeyê kir û ji bo dîtina mekanîzmayeke minasib bo çareseriya pirsan bi rêya a$tî û demokrasiyê cext li ser girîngiya diyaloga kurd û tirkan kir.

Ahmet Turk ronî jî xiste ser wan gavan ko bo lêknêzikbûna nêrînên rêxistinê sivîl ên kurd û tirk bi amanca bidawîanîna aloziyan kir.

Ahmet Turk amaje jî bi girîngiya diyalogê bo nehî$tina tundûtujiyê kir û a$kere kir ko ji bo sazkirina konferanseke berfireh ya kurdistanî ya bi navê Konferansa A$tiyê amadekarî berdewam in.

Di be$eke din ya hevdîtinê de Turk ronî xiste ser girîngiya agirbesta niha ko di rojevê de ye û diyar kir ko berdewambûna wê agirbestê di qezanca herdu gelên kurd û tirk de ye.

Serok Talebanî jî amaje bi girîngiya çareseriya pirsa kurdî bi awayekî demokratîk û a$tiyane li Tirkiyeyê kir û da zanîn ko îro xebata dîplomatîk û siyasî, parlamenî û ragihandinî bo diyarkirina daxwazên kurdan merciyên sereke ne.

Serok Talebanî qala wê yekê jî kir ko wî hertim digel berpirsên Tirkiyeyê cext li ser çareserkirina pirsa kurdî li Tirkiyeyê kiriye ko ew di qezanca gel, welat û hikûmeta Tirkiyeyê de ye.

Celal Talebanî diyar kir ko nêrîna serkirdeyatiya siyasî ya Kurdistanê bo meseleya kurdî li Tirkiyeyê û be$ên din, dûr ji $er û pevçûn, çareseriya a$tî û demokratîk e bi rêya diyalog û danûstandinê.

Serokomar Talebanî amaje bi wê yekê jî kir ko demokrasî heta çend li Tirkiyeyê pê$ ve biçe, meseleya kurdî jî pê$ dikeve.

Di heqê Konferansa A$tiyê de jî Talebanî pi$tgiriya xwe bo wê gave nî$an da û daxwaz kir ko ji bo daxwazên kurdan bi bingeha hevrejiyana demokratîk û aramiya navbera neteweyan bê nî$andan, konferansên bi wî awayî bên sazkirin, da ko giraniya kurdan di navçe û cîhanê de zêdetir be.

Celal Talebanî di dawiya axaftina xwe de wiha got:

— Niha $ert û mercek di rojevê de ye ko di civaka navdewletî de pi$tgiriya kurdan tê kirin. Roj bi roj pi$tgirî li meseleya demokratîk û mirovî ya kurdan zêdetir dibe. Lewra divê hêzên kurdistanî wê bo xizmetkirina meseleya rewa ya kurdan li Kurdistanê û bihêzkirina bingeha hevrejiyan û aramî û biratiya navbera kurd û gel û pêkhatên din derfetê ba$ bi kar bînin û sûd ji wê werbigirin ko ew jî dê xizmeta a$tî û asayî$a navçê û cîhanê bike.

Di be$eke din ya hevdîtinê de bo gotareke hevbe$ ya kurdistanî gotûbêj li ser ge$epêdana pêwendiyên navbera herdu aliyan hate kirin.

Nefel.com

Antworten

« zurück zum Forum