In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

Erste Seite  |  «  |  1  |  2 [ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Azadiyakurdistan am 17.08.2011 17:39

Nein das ist eine Union aus kurdischen Parlametarier. Die arbeiten mit plan um rechtlich ein unabhängiges Kurdistan zu unterstützen.

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: In Duhok wurde eine Gruppe für die unabhängigkeit Kurdistans gegründet

von Kurdewari am 04.12.2011 02:38

Nexşeriya Serxwebûna Kurdistanê Tê Amade Kirin

Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Li Hewlêrê konferansa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê, didome. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara 'Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê' pêşkeş kir û diyar kir ku pêwîste ew têkoşîna bingehên avakirina welat bidin.

HEWLÊR, başûrê Kurdistanê (HAWAR NET) -- Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Li Hewlêrê konferansa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê, didome. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara 'Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê' pêşkeş kir û diyar kir ku pêwîste ew têkoşîna bingehên avakirina welat bidin.

Xebatên nexşeriya damezrandina dewleta Kurdistanê didome

Konfiransa nexşerêya damezrandina dewleta Kurdistanê ku 2 roj berê li Hewlerê dest pê kiribû didome. Konfiransa ji aliyê Sentera Xewin ve hate amadekirin 2 rojin bi niqaşan li salona onfiransê ya Mehmûd Zamdar didome. Di panêlê de gelek kes amade bûn. Serokê Yekîtiya Perlemanterên Kurdistanê Nîmet Abdûlah mijara "Neşxerêya damezrandina dewleta Kurdistanê" pêşkeş kir. Abdûlah, bal kişand ser giringî û bingehên ava kirina dewleta Kurdistanê û wiha got: " Lazime em yekîtiya xwe xurt bikin. Şerê birakujî nekin. Di warê siyasî, aborî, çandinî û warên din de pêngavên pêwîst bavêjin. Pêwîst e em ji bo bingehên avakirina welatê xwe têbikoşin."

Abdûlah, derbirî ku şerm e ew di vê sedsalê de ji konferansa neteweyi birevin û wiha berdewam kir: "Heya niha tenê Kurdên Bakûrê Kurdistanê li Ewropa di, warê lobiyê de dixebtin. Wekî din Kurdên me li wan welatan ji bo lobiyê deng ji wan dernakeve. Divê em hev re dewlata Kurdistanê daxwaz bikin, heya kengê em qehra dagîrkerên Kurdistanê bikêşin. Divê helwestek me ya zelal hebe."

"22 dewletên Erebî hene, mafê Kurd e jî dewleta wan hebe"

Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî ragehand ku mafê Kurd e dewleteke wan a serbixwe hebe wek çawa 22 dewletên Ereban hene.

Kosret Resûl wiha axifî: ''22 dewletên Erebî hene, çi rêgir e dewleteke Kurdî jî hebe û peywendiyên hevseng ligel cîranên xwe girêde. Ji xeynî vêna jî mafê gelê me ye di warê mafê gelan de bo diyarkirina çarenivîsa xwe xewnê bi dewleta xwe ve bibîne.'' Navbirî amaje bi wê yekê da ku damezrandina dewleteke Kurdî bi guherankariyên navçeyê, nerîna parlamento û astê pêbendbûna İraqê bi destûrê ve hatiye girêdan.

Li Brîtnayayê kampanyaya serxwbûnê didome

Kampanya komkirina 100 hezar îmzeyên xelkên Brîtanyayê ji bo serxwebûna Kurdistanê û bûna wê weke babeteke Parlementoya Brîtanyayê, meha çûyî ji aliyê hejmareke çalakvanên kurd di civîneke giştî de li Londonê hat ragehandin

Biryare heftiya bê komîteya kampanyayê ji bo destpêkirina çalakiyên nû li Londonê bicive. Destpêka van çalakiyan bi semîner û civîn li bajarên Brîtanyayê bo revenda kurd destpê dike. Forma vê kampanyayê wê heya roja 04.08.2012 li ser malpera hikûmeta Brîtanyayê bo îmzekirinê vekirî be û divê 100 hezar îmzeyên hevwelatiyên brîtanî kom bike.

NÛÇE-ANALÎZ

Serxwebûna Kurdistanê di rojeva başûr de ye

Di demên dawî de nîqaşên li ser serxwebûna başûrê Kurdistanê her diçe gurtir dibin. Piştî ku Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî, di 13. Kongreya PDK'ê diyar kir 'Mafê Kurdan heye ku bi xwe çarenûsa xwe diyar bikin', vê yekê rê li ber nîqaşên 'serxwebûna Kurdan vekir. Li pey hev pêşengên sîyasî ên başûrê kurdistanê êdî behsa serxwebûna Kurdistanê dikin. Pisporên navneteweyî jî destnîşan dikin ku serxwebûna başûrê Kurdistanê nêzîktir bûye. Her wiha di nava civaka başûrê kurdistanê de jî hişmendiya bo serxwebûnê gellek pêşket û saziyên sivîl jî ji bo ava kirina dewleta kurdistanê zêdetir ketine nav liv û tevgerê. Her wiha li Brîtanyayê jî kampanyaya serxwebûna Kurdistanê didome..

Çima serxwebûn?

Ji bo gelê Kurd jiyanek baş û biewle, bo parastina dîrok, berdawamîya û pêşketina şaristanîya Kurd,parastina nirx û rûmeta Gelê Kurd ji dijminan, bo pêşketina Kurdan di warên cûda de û bo modernizasyona civakî, bo bilind bûna standartên jiyanê û dahatuyeke azad bo mirovê Kurddi dema dirêj de bê serxwebûnê riyek din nîne. Hemû çareserîyên din çareserîyên demîne.

Îro çareserîya tenê ya hemû keşêyên Neteweya Kurd û derîya tenê ya pêşketina çand,aborî,ziman,huner,mimarî,musîk,wêje û hwd. ên Kurdî Kurdistana Azad de heye.Kurd neteweke ji ber vê yekê jî ew hemû pêşketin ya hemû gelê Kurd e. Beşekî ji xaka Kurdan azad e û ber bi serbixwe bûyîne we diçe. Parastina başûrê Kurdistanê hemû Kurdan, bêgûman erka bingehîn û neteweyî ye.

Pêşketinên dawî û baye konjoktura nû ya Cihanê delfeta Serxwebûna Kurdistanê zêde kirîye. Divê Neteweya Kurd û tevgera rizgarîya Kurdistanê bi bergeheke eqilane û bi sîyasetekê Kurdistanî bo bikaranîna vê delfeta dîrokî xebatên xwe bilind bikin. Niha berjewndîyên DYE û Kurdan di heman riyê de ye. Ev nayê wê wateya ku DYE Kurdan hez dikin. Lê divê di çerçoveya berjewndîyên hevbeş de firsend baş were bikaranîn. Ango ne teslîm bûn,lê tevgerîna stratejîk hewceye. Divê Kurd her tim îxtîmal xirab jî bigrin ber çawan û li gor vê yekê li dor berjewendîyên neteweyî planên hêzên din lehê Kurdan were ber alî kirin.

Kerkûk û Konferansa Neteweyî xalên sereke ne

Berî her tiştî divê meseleya Kerkûkê were çareser kirin û piştre jî bi dor pêşxistina aborî, hêza leşkerî û di her perçeyê de pêkhatina yekîtîya Neteweyî û li dar xistina konferansa neteweyî ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê xalên bingehîn in..
(HAWAR NET, ajansan / Hawar Net Servîsa nûçeyên rojevê)

Link 

Antworten
Erste Seite  |  «  |  1  |  2

« zurück zum Forum