Mesut dibê 'Ez Kurdi im' çapemenî dibêje 'Tirk'

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesut dibê 'Ez Kurdi im' çapemenî dibêje 'Tirk'

von Azadiyakurdistan am 19.08.2010 20:51



Hewlêr: Yarîzanê futbolê yê Tîma Neteweya Almanya Mesut Ozîl bi performansa xwe ya Kupa Cihanê bal ki$and û transferî tîma Real Madrîdê bû. Pi$tî vêna li Tirkiyê qîjeqija "Tirkê yekemîn" dest pê kir. Ozîl, di televizyoan ZDF ya Alman de gotibû "Ez bi eslê xwe ne Tirk im, ez Kurd im û bi Kurditiya xwe ser bilind im." Pi$tî vê gotinê bo Herêma Kurdistanê hatibû vexwendin û di çapemeniya Tirkiyê de propaganda Tirkbûnê dest pêkir.

Mesut Ozîl, ji tîma Werder Bremen a Almanya transferî tîma Real Madrîdê ya Îspanya bû û 5 sal peyman îmze kir. Di demên dawî de ji bilî leyistika futbolê nîqa$ên nîjadî jî ketin rojevê. Ozîl ê ku bi 15 milyon Euro (18 Mio nach Bild.de) transferî Real Madrîdê bûye hinek dibên Kurd e hinek derdor jî dibêjin Tirk e. Ozîl li Almanya wek "Zîdanê Alman" tê nasîn ji ber ku di çapemeniya Almanya de nasnameya xwe ya Kurd e$kera kiribû Tirkên li Almanya reaksyon pê$an dabûn.

Gotibû 'Ez Kurd im'

Herî dawî Ozîl di Tîma Neteweyî ya Almanya di turnuvaya Kupa Cihanê de cih girtîbû. Ozîl ji aliyê Serokê Yekîtiya Futbolê ya Herêma Kurdistanê Sefîn Kanebî ve hatibû vexwendin û pi$t re jî nîqa$ zêde bûbûn. Ji ber ku Ozîl vexwendina Fatîh Terîm a bo Tîma Neteweyî ya Tirkiyê qebul nekirbû di çapemeniya Tirk de rastî gelek gotinên giran hatibû. Ozil, dema ku di tima Werder Bremen de dileyîst tevlî bernameya televizyona ZDFê ya Almanya bûbû û derbarê mijarê de bersiva pirsa "Gelo tu wek Tirk ji ber gola te avêt keyfxwe$ i?" wiha dabû: "Ez ne Tirk im. Ez Kurd im. Ez bi Kurdîtiya xwe ser bilind im."

Bo Herêma Kurdistanê hatibû vexwendin

Pi$tî van gotinan nîqa$ zêdebûn û bi performansa di turnuva Kupa Cihanê de ni$andayî niqa$ hê zêdetir bûn. Hat îdakirin Ozîl ji ber di çapemeniya Almanya de nasnameya xwe ya Kurd anî ziman Tirkên li Almanya dijîn reaksyon pê$an dabûn. Pi$tî Ozîl, ji aliyê Serokê Yekîtiya Futbolê ya Herêma Kurdistanê Kanebî ve hat vexwendin nîqa$ zêdebûn. Kanebî ragehand, ji ber ku Ozîl bi eslê xwe Diyarbekirî ye ew vexwendine. Tê îdakirin ku navê Mesut jî ji ber navê Mesut Barzanî lê kirine.

$erê çapemeniyê ya 'Tirkê yekemîn'

Pi$tî Ozîl transferî tîma Real Madrîd bû di çapemeniyê de $erê bi pêdagirî "Tirkê yêkemîn" dest pê kir. Mesut Ozîl, niqa$ên derbarê wî de tên kirin li ber çav wernegirtin. (DIHA)

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 19.08.2010 20:52.

Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Re: Mesut dibê 'Ez Kurdi im' çapemenî dibêje 'Tirk'

von Kurdewari am 19.08.2010 21:01

Ez bi xwe li bajarê Bremen dijîm.

Eve ez çend cara wî dibînim û min bi xwe jî ji wî pirskirî ye ma kû ew kurde an tirke.
Ew wî ji min re got ku ew kurde.

Êdî pêwîstîya vê nema ye.

Antworten

« zurück zum Forum