Kaplan: Bo Türk û Tuğlukê em ê biçin DMMEyê
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
GulaKurdistane
Deleted user
Kaplan: Bo Türk û Tuğlukê em ê biçin DMMEyê
from GulaKurdistane on 11/02/2010 12:42 PMEnqere, 2 Mijdar (AKnews) – Parlamenterê $irnexê yê Partiya A$tî û Demokrasiyê (BDP) Hasip Kaplan, diyar kir ku ji bo lêvegerandina parlamenteriya hevserokên berê yên DTPê Ahmet Turk û Aysel Tuglukê ew ê biçin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî.
Kaplan ji AKnewsê re daxuyand ku Serokatiya TBMMê, bêyî ku pirsa Komisyona Destûr û Dadê û Yekîneya Biryar û Qanûnan a Parlamentoyê bike, daxwaza lêvegerandina parlamenteriya Turk û Tugluk red kiriye.
Kaplan, da zanîn ku Serokatiya TBMMê gotiye, “em xwedan rayeya biryarê nînin” û bi vî awayî berê me daye dadgeha Destûrê û got, “TBMM li pi$t guhartina xwe ya destûrê ranewestiya.”
Kaplan, bal ki$and ku hiqûqnasên partiyê mijarê dinixînin û diyar kir ku ew ê serî li Dadgeha Destûrê bidin.
Hasîp Kaplan, a$kere kir ku heke ew ji hiqûqa navxweyî tu encamê negirin ew difikirin ku biçim DMMEyê.
AKnews