Qurbanê 5’ê di artêşa Sûrî de ji Efrînê ye
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Qurbanê 5’ê di artêşa Sûrî de ji Efrînê ye
from Azadiyakurdistan on 06/11/2010 10:12 PMHewlêr, 11 Hezîran (AKnews) – Hate zanîn, malbata le$kerê kurd Nicmedîn Hesen Dalo roja 7’ê hezîrana 2010’ê termê lawê xwe yê 19 salî wergirt, wiha jî îsal ev dibe qurbanê 5’ê di artê$a Sûrî de ji ciwanên kurd.
Li gor Belavokeke Dezgeha Ragihandinê ya KCK’êya rojava ku wêneyek jê gihi$te AKnewsê tê de hatiye ragihandin, “Malbata le$kerê kurd Nicmdîn Hesen Dalo roja 7’ê hezîrana 2010’ê termê lawê xwe yê 19 salî ji desthelata Sûrî wergirt, yê hîn 3 meh li ser çûna wî ji bo erkê le$keriyê di artê$a Sûrî de derbaz nebûne ku li navçeyeke Reqqayê li yekîneya Ên Îsa dima.”
Derbarê mirina wî de, belavok a$kere dike, “Berpirsên le$kerî gotin ku wî bi xwe xwe ku$tiye anku întîhar kirye, di dema nobeta xwe ya $evê de.”
Her wiha belavokê hinek zanyarî li ser kesayetiya wî dide, “Navê wî, Nicmdîn Hesen Dalo ye, ji dayîkbûna 1991 ji gundê Hêk$e ser bi herêma Efrînê ve.”
Silav û Rêz
Azad