Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
from Murad on 03/29/2013 06:01 PMWek çilo hûn di hemû wextan de, di xweşî û nexweşiyê de, di şer û cengan de, di şoreş û serhildanan de tim û tim di nav gelê xwe de bûn û we têkoşîna li ser xakê terk nekir û gelê xwe bi tenê nehişt, hûn tim li pêşya wî bûn, û hûn neçûn li derveyî sînoran bi cih nebûn, taku hûn bûn nimûneya serok û rêberê baş û serkeftî.Ji ber ku we tim û tim rêberiya gelê xwe kiriye, û ji meydanên şer û cengan nereviyan, çimkî gelê we di wan rojên zirav û teng de bihewceyî we bû, hûn li xweşiya xwe ya kesane negeriyan û neçûn li hotêlên pênc stêrik bi cih nebûn.
Re: Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
from Azadiyakurdistan on 03/30/2013 06:23 AMQado Şêrîn heqê xwe heye wisa binivîse. Ji ber ku gelek serokên partiyên kurdî yên rojava reviyanen Hewlêr û Silêmaniyê. Lê gerek em zanibin ku gelek rêber li sûriyê hatin kuştin wek şehîd Mişel Temo û Ciwan Qetene ji ber wê jî gelek serok reviyan ji bo ku ew jî neyên kuştin.
Silav û Rêz
Azad
Re: Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
from Dilan on 03/30/2013 10:30 PMWieso hast du komische Buchstaben Azad?
Re: Bang û hêvî ji serokê Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî
from Azadiyakurdistan on 03/31/2013 07:34 PMWeil ich mit iPhone geschrieben habe und die kurdischen ÅÂ "sch"irgendwie nicht richtig gezeigt werden.
Silav û Rêz
Azad