Hikûmetê pêşwazî li dirêjbûna agirbestê kir
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
GulaKurdistane
Deleted user
Hikûmetê pêşwazî li dirêjbûna agirbestê kir
from GulaKurdistane on 11/02/2010 12:48 PMHewlêr, 2 Mijdar (AKnews) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê$wazî li biryara dirêjkirina agirbestê ya PKKê kir û wek gaveke girîng bi nav kir.
Pi$tî ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) duhî biryar da dema agirbestê heta hilbijartinên gi$tî yên Tirkiyeyê dirêj bike, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mahmûd di daxuyaniyeke taybet de ji AKnewsê re got:
“Çi gavek ji bo çareserkirina arî$eya kurdî bê avêtin, em pi$girî didin wê û pê$wazî lê dikin. Em pi$tgirî didin gavên ku armanca wan çareserkirina dadperwerane ya arî$eya kurdî ye, li kuderê bê, bi ya me gaveke ba$ e.”
Derbarê hewlên rasterast yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek navbeynkarê navbera PKKê û Hikûmeta Tirkiyeyê de jî Mahmûd got:
“Em destê xwe naxin nav karûbarê dewletên din lê eger aliyek bo karekî ba$ daxwazê ji me bike, em amade ne di çarçoveya çareseriya a$tiyane de hevkariyê bikin. Emê wek hikûmeta herêmê bibin be$ek ji a$tiyê û çi carî nabin be$ek ji $erê navbeyna PKK û Tirkiyeyê.”
KCK ku PKKê jî li xwe digire, duhî bi daxuyaniyeke nivîskî dema agirbestê ku duhî bi dawî hatibû, heta hilbijartinên gi$tî yên Tirkiyeyê yên 2011ê dirêj kir.
AKnews