Mutter und Sohn aus Ost-Kurdistan sind vor Kälte an der Grenze zu Griechenland gestorben
[ Go to bottom | Go to latest post | Subscribe to this topic | Latest posts first ]
Mutter und Sohn aus Ost-Kurdistan sind vor Kälte an der Grenze zu Griechenland gestorben
from Azadiyakurdistan on 12/27/2011 03:26 PM
Hewlêr: Du kesên ku xwestin ji Tirkiyeyê ber bi Yûnanîstanê ve biçin, ji ber serma û zehmetiya rê, li daristanek navbera sînorê Tirkiye û Yûnanîstanê jiyana xwe ji dest dan.
Ajansên nûçeyan belav kirin ku şemiya borî (23.12.2011) termê dayîkek 45 salî û kurê 12 salî li daristanek navbera sînorê Tirkiye û Yûnanîstanê de ji aliyê polîsan ve hat dîtin. Nasnameya wan jî ya Îranî bû û ji Rojhilatê Kurdistanê ne.
Ew dayîk û kur endamên xêzanek 3 kesî bûn û ji Tirkiyê ber bi Yûnanîstanê ve ketibûn ser rê. Ji ber westiyan û sermayê li daristanekî sînorê Yûnanîstanê jiyana xwe ji dest dan.
Rûdaw
Silav û Rêz
Azad