22.01.1946 Komara Mahabad di dilê me de dijî

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

22.01.1946 Komara Mahabad di dilê me de dijî

von Azadiyakurdistan am 24.01.2011 21:34



Diyar Baban

Komara Mahabadê ket 65 salîya xwe. Komara Kurd a Mahabadê, di 22 Çile ya 1946an de, di bin serokatîya nemir Qadî Mihemed de hat êlankirin. Lê îxanet, berjewendî û lihevkirina Yekîtîya Sovyet û dewletên rojava, nehi$t ku ev komara Kurd bi jiyanê $ad bibe û bijî. Yekîtîya Sovyet û dewletên rojava mefer dan Îranê û zalimên Ecem êrî$î ser vê komara ciwan kir, serok û rêveberên komarê $eniqandin, komara Mahabad a Kurd tar û mar kirin.

Em $ehîdên Komara Mahabadê yad dikin, serê xwe li ber wan ditewînin.

Çend $îretên Serwer Qadî Mihemed:

- Yekîtî û tebayiya di nava xwe de biparêzin, karê neqenc li hember hev nekin û temah nebin, bi taybetî jî di berpirsiyariyê û xizmetê de.

- Ji bo dijmin kêmtir we bixapîne, xwendin, zanist û pileya zanyariya xwe pê$ve bibin

- Ji dijminan bawer nekin, bi taybetî jî dijminên Ecem, ji ber bi çend awa û riyan Ecem dijminên we ne, dijminê gel û welat û Ola we ne. Dîrokê selimandiye ku her ji Kurdan bi behane ne.

- Ji bo hin rojên jiyana bê qîmet a vê dinê, xwe nefiro$in dijminan, ji ber dijmin dijmin e û ne cihê pêbawerbûnê ye.

- Îxanetê li hev nekin, ne îxaneta siyasî, ne giyanî û malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbdar e, îxanet li îxanetkar vedigere.

- Ger yekî ji we karibû karên xwe bê îxanet pêk bîne, pê re alîkarî bikin, ne ji ber temahî û bexîliyê li dijî wî derkevin, yan Xwedê neke li ser wî bibin sîxurên biyaniyan.

- Hûn ji xebat û hewl û teko$înê ranewestin, ji bo wek gelên din ji bin destê dijminan rizgar bibin. Malê dinyê ne ti$tek e, ger welatê we hebe, serbestiya we hebe, wî çaxî her ti$tê we heye, hem mal, hem serwet, hem dewlet, hem rûmet û hem wê nî$timanê we jî hebe.

- Hetanî ku hûn hev negirin, hûnê bi ser nekevin, zilm û zorê li hev nekin, ji ber Xwedê pir zû zaliman ji holê radike û nabûd dike. Ew soza Xwedê ya bê kêm û zêde ye, Xwedê tola zilmê jî hiltîne.

Qazi Mihemmed

Mahabad

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Video : 22.01.1946 Komara Mahabad di dilê me de dijî

von Azadiyakurdistan am 26.01.2011 12:47

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum