Bi TIRê li mînîbûsa karkerên Kurd xistin, 11 mîrî gelek birîndar
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Bi TIRê li mînîbûsa karkerên Kurd xistin, 11 mîrî gelek birîndar
von Kurdewari am 27.01.2011 10:08Bi TIRê li mînîbûsa karkerên Kurd xistin, 11 mîrî gelek birîndar
Li navçeya parêzgeha Enqereyê Beypazari TIR-Kamyonek li mînîbûsa karkerên Kurd ên werzane (demsalî) dixebitin xist. 11 mirî, 6 birîndar heye û birîna hinekan xeterdar e
Karker ji Åemrexa Mêrdînê hatibûn ku li gundê Beypazari, Fasliyê di karê derxistina gizêran de bixebitin. Kodplakaya mînîbûsê 06 BCS 18 e. Kodplakaya TIR-Kamyonê jî 34 GH 1952 ye.
Di qezayê de ji malbatek 6 kes (Yahya Eye, Kezîban Eye, Huseyîn Eye, Evdilah Eye, Hemdilah Eye, Nûrûlah Eye) mirin. Navên kesên din ên jiyana xwe jidest dane ev in: Menduh Ekîncî, Weysî Çakir, Evîn Çakir, Aysel Çakir û Neshe Ekîncî.
Karkerên Kurd ên demsalî diçin li parêzgehên Tirkan dixebitin rastî êrîshên dijmirovane û nîjadperest tên. Gelek caran Tirk wan lînc dikin û pirranî jî nahêlin bikevin navenda bajaran. Hin caran parêzgar fermanê didin ku Kurd nekevin navenda bajaran.
Mixabin ti xebat, xizmet an projekteke partiyên Kurdan bo parastina jiyana karkerên demsalî nîne. Heya bigire sersaxiya malbatên mexdûran jî nakin.
Em wekî navenda nûçeyan a Nasnameyê, bang li dozgeran dikin ku sebebên vê qezayê derînin ronahiyê. Serê malbatên wan sax be, Xwedê rehma xwe li kesên jiyana xwe der dane bike.
Nasname