BPD-Vorsitzender Selahetîn Demîrtaş lernt Kurmancî

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

BPD-Vorsitzender Selahetîn Demîrtaş lernt Kurmancî

von Azadiyakurdistan am 22.01.2013 21:07


Bild Avestakurd

AVESTA KURD - Hevserokê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku wî qet rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ne dîtiye. Demîrtaş got ku ew Zazakî dizane û xwe fêrî Kurmancî dike.

Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş bersiva pirsên rojnameya Vatan a Tirkiyê da. Demîrtaş diyar kir ku kurdiya wî bi qasî Tirkî ne başe û li ser pirsa me bihîst hûn dersên kurdî dibînin wiha got: "Belê, Kurmancî. Ango ez dersên zaraveyekî kurdî dibînim."

Dema ez derfet dibînim, dixebitim

Selahedîn Demîrtaş diyar kir ku bi awayekî peryodîk dersan nabîne û wiha pêdeçû: "Zêde dema min çênabe. Dema ez derfet dibînim, dixebitim. Sala borî qasî heftiyekê min ders dît. Ez zaraveyê Zazakî yê Kurdî dizanim. Dayîka min jî Zaza ye, lê ligel me Kurmancî zêdetir tê axaftin. Niha jî bûme parlamenterê Colemêrg ê. Li Colemêrgê her kes bi Kurmancî daxivin. Di rastiya xwe de min bi wî zaraveyî jî dizanî. Biyaniyekî min a wisa nebû, lê niha pir baştir im. Ez bi kursan zêdetir fêrbûm. Zarok jî û em jî fêm dikin, lê bi qasî Tirkî bikarnaynin. Ji ber min qasî 20 salan perwerdeya Tirkî dîtiye. 6-7 sal li zanîngehê, berî wê jî 12 sal min perwerdeya bi Tirkî dîtiye... Zêdetir hakimtiya me li ser Tirkî heye. Em Kurdî ewqasî nizanin. Ne gengaze ku em ewqas bizanin jî. Lê dîsa em hewl didin ku berfireh bikin. Mesele ez nikarim bi kurdî ewqas meseleyên siyasî baxivim. Ez ewqas ne hakîm im."

Hevserokê BDP'ê Demîrtaş bilêv kir ku bi awayekî fermî serlêdana Wezareta Dadê ya Tirkiyê kirine ku serdana Îmraliyê bikin û wiha got: "Lê hê destûr nehatiye dayîn."

Selahedîn Demîrtaş li ser pirsa we Ocalan qet dîtiye, wiha got: "Raste min qet nedîtiye. Ne berî bikeve girtîgehê û nejî piştî ketî girtîgehê, min qet nedîtiye."

Hevserokê BDP'ê Selahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku ji bo mîn dîtina Ocalan pir bi xurûş e û wiha got: "Bandora wî ne tenê li ser kurdan, bandora wî li ser Rojhilata Navîn û siyaseta Rojhilata Navîn heye. 14 sale di hucreyê de tê hiştin, piraniya temenê xwe ji bo tekoşîna Kurdan veqetandiye û dîtina wî ji bo min pir bi xurûş (heyecan) e."

(Rûdaw)

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum