Hevalbendiya partiyên kurdan pêk tê
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Hevalbendiya partiyên kurdan pêk tê
von Azadiyakurdistan am 01.04.2011 14:35
Serokê Partiya Maf û Azadiyan (HAK-PAR) Bayram Bozyel got, gotûbêjên ku bi armanca hemû partiyên kurdan bi hev re têkevin hilbijartinên 12ê hezîranê yên Tirkiyeyê ber bi encambûneke erênî didomin.
Bozyel derbarî mijarê de ragihand ku wan biryar girtibû ew wek HAKPARê têkevin hilbijartinan, lê ew ê li gorî encama gotûbêjên ku di nava partiyên kurd de dime$in, tevbigerin.
Bozyel got, ger li ser hevkariyê lihevhatin bibe, ew ê deverên ku namzetên serbixwe nîn in, namzetên sembolîk deynin lê ger lihevhatin nebe, li 81 bajaran ew ê namzetên xwe nî$an bidin.
Bozyel destnî$an kir ku hevdîtin ê di nav çend rojan de bi dawî bibin.
Serokê Gi$tî yê HAKPARê got, ew ne di çarçoveya berjewendiyên partiyê de, li gorî berjewendiya gel nêzîkî meselê dibin û domand, “Armanca me ne ew e ku, çend hevalên me bibin parlamenter. Divê partiyên kurd, hilbijartinê di warê yekîtiya neteweyî de wek gaveke pêÅketî binirxînin.”
Bi pê$niyariya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi armanca ku BDP, HAKPAR û KADEP di hilbijartina 12ê hezîranê de “hevalbendiya hilbijartinê” bikin kom bûbûn û gotûbêj ev mehek e didomin.
(AKnews)
Silav û Rêz
Azad