Hikûmetê pêşwazî li dirêjbûna agirbestê kir

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Hikûmetê pêşwazî li dirêjbûna agirbestê kir

von GulaKurdistane am 02.11.2010 12:48

Hewlêr, 2 Mijdar (AKnews) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê$wazî li biryara dirêjkirina agirbestê ya PKKê kir û wek gaveke girîng bi nav kir.

Pi$tî ku Koma Civakên Kurdistanê (KCK) duhî biryar da dema agirbestê heta hilbijartinên gi$tî yên Tirkiyeyê dirêj bike, Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kawe Mahmûd di daxuyaniyeke taybet de ji AKnewsê re got:

“Çi gavek ji bo çareserkirina arî$eya kurdî bê avêtin, em pi$girî didin wê û pê$wazî lê dikin. Em pi$tgirî didin gavên ku armanca wan çareserkirina dadperwerane ya arî$eya kurdî ye, li kuderê bê, bi ya me gaveke ba$ e.”

Derbarê hewlên rasterast yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê wek navbeynkarê navbera PKKê û Hikûmeta Tirkiyeyê de jî Mahmûd got:

“Em destê xwe naxin nav karûbarê dewletên din lê eger aliyek bo karekî ba$ daxwazê ji me bike, em amade ne di çarçoveya çareseriya a$tiyane de hevkariyê bikin. Emê wek hikûmeta herêmê bibin be$ek ji a$tiyê û çi carî nabin be$ek ji $erê navbeyna PKK û Tirkiyeyê.”

KCK ku PKKê jî li xwe digire, duhî bi daxuyaniyeke nivîskî dema agirbestê ku duhî bi dawî hatibû, heta hilbijartinên gi$tî yên Tirkiyeyê yên 2011ê dirêj kir.


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum