In der AKP-Regierungszeit sind 181 Kinder getötet worden

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

In der AKP-Regierungszeit sind 181 Kinder getötet worden

von Azadiyakurdistan am 11.08.2012 14:44



Amed - Piştî ku di hefteyekê de 3 zarokên Kurd li Edene, Wan û Mûşê jiyana xwe ji dest dan , Şaxê ÎHD'ê yê Amedê bîlançoya 24 salan a zarokên hatine kuştin aşkere kir. Li gorî vê, ji sala 1988 ve 561 ji aliyên hêzên ewlekarî û teqemeniyên leşkerî ve hatin qetilkirin. Di dema AKP'ê de jî 181 zarok hatin qetilkirin.


Di hefteya yekemîn a tebaxê de, sê zarokên Kurd hatin qetilkirin û careke kuştina zarokan hat rojevê. Mazlum Akayê 11 salî li navçeya Yuregir a Edeneyê di encama bombeya polîsan a li serê wî xistin de jiyana xwe ji dest da. Di 6'ê tebaxê d ejî li Mûşê Seray Yavuz a 8 salî, li Mûşê cismek ji ber leşkerên artêşa Tirk mabûn di destê wê de teqiya û jiyana xwe ji dest da. Di 7'ê tebaxê de li naveçya Çaldêrana Wanê jî zarokê bi navê Vesîm Zengînê 13 salî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi guleya leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li gorî nûçeya DÎHA disperse rapora der barê kuştinên zarokan de a ku di encama xebatên demdirêj ên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Şaxê Amedê, hatiye amadekirin; ji sala 1988 heta îro 561 zarokên Kurd ji aliyê "hêzên ewlekariyê ve an jî bi teqemeniyên leşkerî de, di qadên pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên raporê, di dema rejîma AKP'ê de hejmara zarokên hatine kuştin pir zêde ne û tabloyeke tirsnak radixe berçavan. Di dema AKP'ê de 181 zarokên Kurd hatin qetilkirin.

Der barê van mirinên ku diqewimin de 'polîsên dewletê' jî bê cezayê tên darizandin. Di encama hewldana Şaxa ÎHD a Amedê de hin doz hatin vekirin û ev doz an ji bo wan biryara bê peywirê tê dayîn an jî dişînin dadgehên leşkerî. Yanî ev doz nakevin ber cezayekê û bi giştî tên xistin.

Endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD a Amedê parêzer Muhterem Suren diyar kir ku ev kuştinên zarokan encama pêvajoya pevçûnan a diqewime ye û wiha pê de çû: "Lê ya ku herî zê de me xemgîn dike û me dixe nava fikaran kujerên zarokên tên kuştin nayên tesbîtkirin an jî yên ku tên tesbîtkirin cezayê wan nayê dayîn. Ev rewş jî ji mirinên nû re rê vedike."

Suren destnîşan kir ku tenê di meha tebaxê de ji 3 zarokan du heb ji aliyê polîsên dewletê ve hatine kuştin û wiha berdewam kir: "Di bûyerên Edene û Çaldêranê de du zarok hatin kuştin. Ev zarok bi awayekî vekirî ji aliyê polîsan ve hatin kuştin. Niha em nizanin; mînak ji bo van kujerên her du zarokan gelo lêpirsîneke hatiye destpêkirin an na? Ev zarok çima tên kuştin. An jî ev polîsên dewletê çima ev qas bi hêsanî dikarin van zarokan bikujin? Ev dikarin di vir de bi rehetî bibêjin kesên dibin sedema van mirinan di bin parastina desthilatdariyê de ne"

Bîlançoya zarokên hatine qetilkirin wiha ye:

*Sala 1988: 1

*Sala 1989: 2

*Sala 1990: 21

*Sala 1991: 15

*Sala 1992: 117

*Sala 1993: 79

*Sala 1994: 99

*Sala 1995: 11

*Sala 1996: 7

*Sala 1997: 7

*Sala 1998: 5

*Sala 1999: 12

*Sala 2000: 3

*Sala 2001: 1

*Sala 2002: 18

*Sala 2003: 12

*Sala 2004: 12

*Sala 2005: 12

*Sala 2006: 23

*Sala 2007: 9

*Sala 2008: 17

*Sala 2009: 21

*Sala 2010: 16

*Sala 2011: 33

*Sala 2012: 8

GIŞTÎ: 561

ANF NEWS AGENCY

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum