Ji bilî serxwebûnê, tu rêyeke din li pêşiya me nîne / Es gibt keinen Weg außer die Unabhängigkeit

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Ji bilî serxwebûnê, tu rêyeke din li pêşiya me nîne / Es gibt keinen Weg außer die Unabhängigkeit

von Kurdewari am 27.10.2010 12:40

Ji bilî serxwebûnê, tu rêyeke din li pê$iya me nîne



Felekedîn Kakeyî, çendîn sale endamekî berçav ê serkirdayetiya PDKê bû, niha jî wek serkirdeyekî PDKê nêzîkî bûyerên siyasî dibe.

Felekedîn Kakeyî, çendîn sale endamekî berçav ê serkirdayetiya PDKê bû, niha jî wek serkirdeyekî PDKê nêzîkî bûyerên siyasî dibe. Ew ku pir caran bi gotarên xwe di rojên herî bêhêvî de, di ÅŸikestina ÅŸoreÅŸê de rabûn û hilweÅŸîna rêjîma Sedam hebû, di rojên herî dijwar ê ÅŸerê navxwe de li ser pêkhatina wê nivîsand û geÅŸbînî pêÅŸan da. Di vê hevpeyvînê de, rexneyên zêde li bê helwêstiya Kurdan digre derheqê paÅŸxistina serjimêriya giÅŸtî bo cara sêyem ji aliyê hikûmeta Bexda, û dibêje bi vî awayê niha mijara diyarkirina sînorê Kurdistanê û Kerkûk di qonaxa jidestçûnê de ye.


Rûdaw: Nûrî Malikî careke din ji aliyê herdû lîstên mezin ên Åžî`e bo serokayetiya hikûmetê hat berbijarkirin, ji aliyê serkirdayetiya Kurdan jî corekî razîbûnê li ser hatiye nîÅŸandan. Te digot divê Kurd ji girêka `herdem Kurd bo hikûmetên Iraqê asteng bûn` derkeve û bi rêkkeftinên nivîskî here pêÅŸ, tu dixwaze Kurd çi bikin?�


Felekedîn Kakeyî: Milmilana ku heye nabînim milmilana navbera dû lîst û dû kesan de be, lê milmilaneya navbera dû pêkhateyên Iraqê de ku zêde nazik e û divê Kurd pir hiÅŸyar bin. Lê divê daxwazên Kurdan jî bi awayê daxwazên milletekî bên wergirtin, lê ne wek daxwazên frakisyonên Kurdî bi tenê.



Li gor we, ew 19 xalên ji aliyê Îtîlafa Frakisyonên Kurdistanî hatine pêÅŸkêÅŸkirin, ne daxwazên hemû Kurdane?


Felekedîn Kakeyî: Bi baweriya min ji wêya kêmtir e, tiÅŸtên pir zêde ji vêya hebûn ku daxwaza wan bikin. Wek mînak tawîzkirina qurbaniyên Enfal, bextreÅŸiya Helebce, qurbaniyên ÅŸer û raguhastin û wêrankirina 5000 gundan li Kurdistanê, diviyabû bihata nivîsandin û xala yekem bûna. Ev hem meseleyeke rewa ye û hem bi dadweriyê ve girêdayî ye. PiÅŸt re dadgehê jî biryar li ser daye û tiÅŸtekî mumkîn e. Dibe hinek daxwaz hebin di nav van 19 xalan de ku ne mumkîn bin. Daxwazeke din jî dikarîbû bibe ev ku Helebce bibe parêzgeh. Berî karesatê jî, Helebce wek qezayê herî mezin li seranserê Iraqê dihat jimartin wek rubber û jimara daniÅŸtvanan. Niha jî îmkanî heye ev herdû daxwazî bên zêdekirin, ji ber mesele xilas nebûye û ger hikûmet jî bê dirustkirin xilas nabe, loma li gor min hikûmeta nû ya Iraqê zû dirust nabe û ger bê dirustkirin jî zêde dom nake, ji ber dirustkirina hikûmetê bo Malikî ne karekî hêsan e, ger piÅŸtî 24 demjimêrên din jî dirust bike, piÅŸtî 36 demjimêrên din wê birûxe. Mebesta min wê zû hilweÅŸe, ji ber rewÅŸa ku Iraqê ketiyê, rewÅŸa hevrikî û milmilana pêkhateyane. Ger ev hevrikî li ser astê partiyan û li parlamento bûya, çareserkirina wê pir hêsan dibû, lê dema bû hevrikiya pêkhateyan, kar dijwar dibe. Derbarê pêkhateya Kurdistanî, reftara wê dirust e ji ber ku bi hêsanî xwe di navbera van herdû aliyan de yekalî nake. Dema Malikî tê hilbijartin û aliyê Kurdistanî dibêje baÅŸe, nabêje bila bibe, dibêje baÅŸe da ku proses bilebite, sibe bo gotûbêja Hekîm û Elawî jî nabêje xerabe. Aliyê Kurdistanî ger xwe yekalî nekiriye ji mafê wê ye, ji ber Iraqê jî xwe yekalî nekiriye. Çareseriya vê pirsgirêkê tenê bi rêya kirina hilbijartineke din tê kirin. Lê li gor min, ev milmilana pêkhateyan di astengê de ye û bi dûbarekirina hilbijartinan tê çareserkirin.



Bi baweriya we, ji Îtîlafa Iraqiye û Dewleta Yasa kîjan dikare ligel Kurdan rastgotir be?


Felekedîn Kakeyî: Li vir dû pîvan hene, yek tecrubeya rabirdû ye û yek jî bernama niha ye. Bernama ku Iraqiye belav kir ne ron e û mirov nizane bernama wan çiye. Bernama Dewleta Yasa jî ne zelale. Lê tiÅŸtê li cem min zêde cihê têbînî û pirsiyarkirinê ye: Heta niha ne Dewleta Yasa û ne Iraqiye jî di bernamên xwe de îdaneya tawanên rêjîma Be`sê dijî Kurdan nakin. BaÅŸe dema ev aliyên Iraqî tên, ji ber çi Kurd ji wan naxwazin ku berî hertiÅŸtî van tawanan ÅŸermezar bikin. Dadgehê biryar daye ev cînosîde û parlamentoyê jî lê mikur hatiye, lê ev neketiye nav bernama siyasî ya hizban. Kurd ÅŸandan diÅŸînin welatan û ji wan daxwaz dikin van tawanan wek cînosîd binasin, lê li nav xwe de hê partiyên Iraqî van tawanan wek qelqirî nas nakin. Bila lîst û partiya Malikî yan Elawî wek hizb bêjin tiÅŸtê derheqê Kurdan de hatiye kirin cînosîde, nabêjim ku parlamento wek de facto ev kiriye piÅŸtî derketina biryara dadgehê, dibêm bila ew wek hizb vê yekê bikin. Pîvana din, rabirdûya van partiyane. Dema Eyad Elawî serokwezîr bû çi ji Kurdan re kir? Di serdema wî de maddeya 58an hat taloqkirin. Di çar salên ku Malikî serokê hikûmetê bû, dîsa tiÅŸtek nehat kirin. Yanî tecrubeya me ligel herduyan tehle û bernamên nû jî nînin. Kurdan 19 xal wek daxwaziyan dane herdû aliyan, lê me bersiveke devkî yan nivîskî ji herduyan wernegirtiye.


Zêdetir Bixwîne...

Antworten Zuletzt bearbeitet am 27.10.2010 14:03.

« zurück zum Forum