Kurd û Zimanê Standard
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurd û Zimanê Standard
von Azadiyakurdistan am 30.04.2011 20:27Zimanê Kurdî zimanekî pir zaravayî ye û pir caran hevtêgehishtina van zaravayan dijwar e, eger mirov xwe fêrî zaravayê(n) din neke. Jiber vê rewshê jî gelek kes pêshnîyara zimanê standard dikin.Heta niha li ser vê xalê qayilbûneke berfireh çênebûye.
Hîn kes pêshnîyar dikin ku zimanê standard ji alîyê dezgeheke zimanzanî yan jî wêjeyî vê, ji peyîv û gramera hemî dîyalektan pêk were. Li gorî vê boçûnê, zimanê standard ji sentez yan jî pevgihana hemî zaraveyan pêk tê.
Hîn kesên din jî, taybetî li Kurdistana Îraqê îdîa dikin ku zaravayê Soranî ji xwe di jîyana sîyasî, civakî û aborî de cîyê xwe girtîye û loma jî divê ew bibe zimanê standard. Pishtgirên vê ramanê bawer dikin ku bir wergirtina hîn peyîvan ji Kurmancîyê kêsheya zimanê standard, bi Soranî çareser dibe.
Li hember vê yekê, hîn derdorên berfirehtir jî dibêjin, Kurmancî zimanê piranîya Kurdan e û tenê ew li her çar perçeya welêt tê axaftin. Pishtevanên vê bawerîyê berdewam dîyar dikin ku edebîyata klasîk ji bi heman zaravê hatiye nivîsin û çênabe ku Kurd dev ji Kurmancîyê berdin. Loma jî divê zimanê strandard, Kurmancî be çimkî 75 ji sedê ji xwe bi vê zaraveyê diaxifin. Li gorî pishtgirên vê nêrînê tishtê herî rastbîn û maqûl ev e.
Dîtineke din jî heye ku taybetî li nav çend salên dawî ji xwe re pishtevan dibîne. Ev dîtin jî ev e ku dibêje, ne hewce ye Kurd bi kêsheya zimanê standard serê xwe bêshînin û hemî zaraveyên Kurdî dikanin bi hevre bijîn. Ev nêrîna ku taybetî li nav zimanzan (linguist) û xebatkarên zimên tê destek kirin, hebûna gelek dîyalektan wekî arîshe nabîne û wekî zengînîya zimanê Kurdî qebûl dike. Pishtgirên vê nêrînê hebûna pir zaraveyan li Çînê (Mandarîn, Kantonîs û çendên din) wekî îsbat nîshan didin. Ev kesên ku pishtgirîya vê têbînîyê dikin, pêshnîyar dikin ku li herêmên ku Kurd xwe birêve dibin, divê herkes bi zimanê xwe yê zikmakî bixwîne û perwerdê bibîn, lê di heman demê de zaraveyê din jî bi wayekî bijartî were hîn kirin. Wekî mînak: xwendkarên li Silêmanî bila bi Soranî werine perwerde kirin lê dersên bijartî yên Kurmancî hebin û shagirtên li Duhokê jî bi zimanê xwe yê zikmakî, bi Kurmancî perwerdê wergirin lê bila dersên Soranî yên dilxwestî jî hebin…
VOA
Silav û Rêz
Azad