Kurdistanî - HEGER TÎMA 12 A SUPAYÊ IRAQÊ BIHÎNIN KERKÛKÊ EM JÎ DÊ 12.000 PÊSHMERGE BININ

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Kurdewari
Gelöschter Benutzer

Kurdistanî - HEGER TÎMA 12 A SUPAYÊ IRAQÊ BIHÎNIN KERKÛKÊ EM JÎ DÊ 12.000 PÊSHMERGE BININ

von Kurdewari am 02.11.2010 19:54

Kurdistanî - HEGER TÎMA 12 A SUPAYÊ IRAQÊ BIHÎNIN KERKÛKÊ EM JÎ DÊ 12.000 PÊSHMERGE BIHÎNIN



Aram Åžêrko / Kerkûk – Lîsta hevpeymanîya kurdistanî ragihand, ku ew qebûl nakin tîma 12 a supayê Iraqê derbasî bajêrê kerkûkê bibe û heger ev tîm derbasî kerkûkê bibe, ew dê daxwaza hatina 12.000 pêshmerge bikin da ku ew jî derbasî kerkûkê bibin. Endamê lîsta hevpeymanîya kurdistanî Muhemmed Kemal ji PNA re da xuyakirin, ku ew bi ti awayî razî nabin tîma 12 a supayê Iraqê bikeve nav bajêrê kerkûkê de.


Muhemmed Kemal got: hêzên asayisha kerkûkê û polîsên kerkûkê, bi baÅŸî kar û erkên xwe encam didin.. ji bilî parêzgehên herêma kurdistanê jî, rewsha ewledarîyê ya bajêrê kerkûkê ji rewsha hemû parêzgehên dinên Iraqê baÅŸtir e.

Di evê bêjedana xwe de Muhemmed Kemal da xuyakirin, ku heger yek leÅŸkerê tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav kerkûkê bibe, ew dê 12.000 pêshmerge derbasî nav kerkûkê bikin û got, ku kar û erkê supa tenê paraztina sînoran e.

Pêdivêyî nîshandanê ye, ku pishtî encamdana êrîÅŸa ser bazara zêrinkiran a bajêrê kerkûkê, fraksiyona Erebî û fraksiyona Turkmanî yên nav encûmena parêzgeha kerkûkê dixwazin, ku hêzên tîma 12 a supayê Iraqê derbasî nav kerkûkê bibin.

Peyamnêr

Antworten Zuletzt bearbeitet am 02.11.2010 19:57.

Kudo21
Administrator

34, Männlich

  Fortgeschritten

Administrator/in

Beiträge: 1065

Re: Kurdistanî - HEGER TÎMA 12 A SUPAYÊ IRAQÊ BIHÎNIN KERKÛKÊ EM JÎ DÊ 12.000 PÊSHMERGE BI

von Kudo21 am 02.11.2010 21:43

wäre nett wenn jemand die kurdischen nachrichten in einem satz übersetzten könnte als zusammenfassung den ich finde eure beiträge echt interssant aber leider versteh ich kein journalistenkurdsich bin aber drana das dauert ein wenig ^^

Antworten

« zurück zum Forum