Li bendê ne ku Kurdan bikujin
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Kurdewari
Gelöschter Benutzer
Li bendê ne ku Kurdan bikujin
von Kurdewari am 20.01.2011 14:23Li bendê ne ku Kurdan bikujin
Li Paflagonya (navê Tirkan pêve kirine Safranbolu) ya Eflanî (Halûna, navê niha kirine Karabuk), xelkê Tirk li benda kujtina Kurdan in û bi roj bi Åev nobetê digirin. Lewra bihîstine ku li vir dewlet hin xanmalan çêdike û Kurdan bicih dike. Jin, mêr, kal û pîr bi tevayî nishtecihên taxa Akçasu xwe amadekirine ku Kurdan bikujin.
Mixtarê taxê ReÅit Ozdemir got "Em nobedariyê de ne û naxwazin Kurd werin li vir bijîn. Hinek dibêjin dê Çîgan (Qereçî, Roman) bên bicihkirin, nizanim. Em ne li dijî çêkirina avahiyan in, em li dijî kesên ku bên di avahiyan de bijîn in".
Hin Tirkan gotin beriya niha 40 salan jî Kurd hatine bajêr, niha nifûsa wan zêde bûye. Serokê sharedariyê bersiva rojnamevanan neda. Kurd li bajarên biçûk ên Tirkiyeyê di bin xetereya komkujiyan de ne.
Ji bo parastina sîvîlan ti xebateke partî, sazî û komeleyên Kurdan nîne. Kurd bi komkujiyan re rûbirû ne.
Nasname