Mesûd Barzanî besucht Europa und die Türkei

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî besucht Europa und die Türkei

von Azadiyakurdistan am 17.09.2012 23:22



Der Präsident der Autonomen Region Kurdistan Mesûd Barzanî  ist am 16.09 nach Europa gereist, um an einigen Internationalen Konferenzen teilzunehmen. Nach seiner Reise in Europa wird er die Türkei besuchen und an dem AKP-Konferenz teilnehmen, hieß es laut einem Mitglied der PDK-Partei.

Hewlêr (Rûdaw) – Piştî qonaxa gihiştina derveyî welat, Barzanî wê serdana Tirkiyê bike û tevlî kongreya AKPê bibe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî duh (16.09.12) bi serdanekî fermî çû Ewrûpa û ji bo beşdarî çend kongre û konferansên navneteweyî bibe.

Endamekî civata serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) derbarê serdana Barzanî ya bo derveyî welat ji Rûdawê re got: "Barzanî wê serdana çend dewletên Ewrûpa bike. Berî dawiya vê mehê serdana Tirkiyê jî dike." Ew endamê serkirdayetiya PDKê got: "Di vê serdana xwe de Barzanî wê biçe Tirkiyê û ji bo beşdarî kongreya AKPê bibe."

Li gor zanyariyên ketine destê Rûdawê, armanca serdana geşta Barzanî ya bo Ewrûpayê ji bo çend serdanên fermî û beşdarbûna di zîrveya rêberên partiyên Lîberal-Demokrat ên Cîhanê (CDI) de ye. Zîrve di navbera rojên 21 û 22ê vê mehê de li paytexta Îtalya Romayê tê lidarxistin.

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Îbrahîm di vê derbarê de ji Rûdawê re behsa geşta Barzanî kir û wiha got: "Li ser bingehê pejirandina çend vexwendinên navneteweyî hatiye danîn ku berî yek-du heman jêre hatibûn. Ji bo beşdarbûna kongreya navneteweyî ya CDI ku kongreyekî pir giringe û piştre jî wê Barzanî serdana Rûsye bike."

Li gor nûçeyeke rojnameya Hurriyet a Tirkiyê, AKP wê dawiya mehê kongreya xwe saz bike. Ji bo wê armancê jî serokên çend welatan hatine vexwendin, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî ji bo kongreyê hatiye vexwendin.

Di heman demê de rojnameya Turkish Daily û Yenişafak ên Tirkiyê tevî piştrastkirina wê nûçeyê, wiha nivîsandin: "Heta niha ne diyar Barzanî vexwendin pejirandiye yan na."

Silav û Rêz
Azad

Antworten

Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Re: Mesûd Barzanî besucht Europa und die Türkei

von Azadiyakurdistan am 23.09.2012 15:01

Auch Celal Talebanî der irakische Präsident und Vorsitzender der Partei PUK (YNK) wurde zur Partei-Konferenz der AKP eingeladen.

Hewlêr (Rûdaw/DÎHA) – AKPê ji bo 4. kongreya xwe ya ku wê 30ê îlonê bê lidarxistin, serokomarê Iraqê û sekreterê giştî yê YNK'ê Celal Talabanî vexwend.

Li gor malpera fermî ya Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (PUKmedia), AKPê bi rêya balyozê Tirkiyê yê li Iraqê 11 kesayetên Iraqê ji bo 4. kongreya xwe ya ku wê 30ê îlonê bê lidarxistin vexwendiye. Di lîsteya ku AKPê destnîşankirî de, di rêza yekemîn de serokomarê Iraqê Celal Talabanî heye.

Berî demekê AKPê serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo kongreya xwe vexwendibû. Li gor çavkaniyek ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji Rûdawê re gotibû, Barzanî pejirandiye ku beşdarî kongreya AKPê bibe. Lê hê nayê zanîn Talabanî pejirandiye wê tevlî kongreya AKPê bibe yan an. 

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum