Mesûd Barzanî: Die Kurden in Syrien treffen selber ihre Entscheidungen und wir unterstützen sie

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî: Die Kurden in Syrien treffen selber ihre Entscheidungen und wir unterstützen sie

von Azadiyakurdistan am 09.04.2012 16:36

Barzanî: Kurdên Sûriyê biryara xwe didin û em palpiştiya wan dikin



Der Präsident der autonomen Region Kurdistan sagte in einem Interview mit der Zeitung El-Hayat, dass sie keine Entscheidungen für die Kurden in Syrien treffen sondern sie lediglich unterstützen. Weiterhin kritisierte er die arabische syrische Opposition und sagte, dass die syrische Opposition keine klare Stellung gegenüber Rechte der Kurden in Syrien hat.

AzadiyaKurdistan

Hewlêr, 9 Nîsan (AKnews) - Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî got ku ew ji ber kurdên Sûriyê ve biryaran nadin, em palpiştiya wan dikin û ew biryara xwe didin û nezelalbûna opozisyonê li hember daxwazên kurdan rexne kir.

Di hevpeyvînekê de bi rojnameya erebî "el-Hayat" re Barzanî diyar kir, "Kurd ji mafê welatîbûnê bêpar in, ên din ji bo bidestxistina desthilatê serî hildidin, lê Kurd ji bo bidestxistina mafê welatîbûnê; ev jî cudabûneke mezin e."

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku wî çi nêrîneke zelal ji aliyê dijbereya (opozisyona) Sûriyê li hember daxwazên rewa yên kurdên Sûriyê nedîtiye.

Barzanî herwiha aşkera kir ku Herêma Kurdistanê hewil daye ku hikûmeta Sûriyê siyaseta xwe ya nikolî û înkarkirina mafên Kurdan biguhare, lê mixabin çi tiştek nehatiye guhartin.

Serokê Herêmê derbarê dijbereyê de jî got, "Dijbereya sûrî niha bi navê şoreşgeran diaxive, lê ti projeyeke wan a zelal beramber mafên gelê kurd li Sûriyê tune. Ji ber vê yekê helwesta kurdî li gor vê projeya opozisyonê tê guhartin."

Serokê Herêma Kurdistanê bi taybetî Encûmena Niştimanî ya Sûrî rexne kir û got ku ew jî ji bo pirsa kurdî li Sûriyê ne xwedî nerîn an projeyeke zelal e û got, "Lê tevî vê Kurd di xwenîşandanan û çalakiyên protestoyê de beşdar in û doza rûxandina rejîmê dikin."

Barzanî aşkera wiha domand, "Em li şûna Kurdên Sûriyê biryarê nastînin, em palpiştiya wan dikin, ew bi xwe biryarê didin ka bi kê re lihev bikin. Min bi rastgoyî bi birêz Xelyûn re gotûbêj kir û piştî hevdîtina pê re ez giham wê baweriyê ku li cem wan ti nêrîneke li ser awayê danûstandina bi pirsa kurd re tune. Kurd tevlî dijbereyê nabin eger guhertineke bingehîn di rewşa wan li Sûriyê de misoger nebe û danpêdan bi wan bihê kirin".

Tê zanîn, Burhan Xeliyûn serokê Encûmena Niştimanî ya Sûrî (ENS) meha borî ji bo tevlêbûna Kurdan bo ENS serdana Hewlêrê kiribû û ligel Barzanî civiya bû.

Mesûd Barzanî ji piştguhkirina Kurdan di konferensa "Dostên Gelê Sûriyê" de jî bêzar bûbû û li ser wê got: "Li wê derê bi awayekî fedokî behsa Kurdan hat kirin; ku wan behsa nekiriba, hîn çêtir bû."

ENS û ENKSê di 26 adara borî de di civîna dijbereya Sûriyê ya li Stenbolê de li hev nekirin, ji ber ENSê razî nebû mafê kurdan di Belgenameya Peymana Niştimanî ya Sûriyeya paşerojê de biçespîne, ew jî bûye sedem ku ENKSê û Bloka Kurd ya ENSê, xwe ji civînê vekêşe û di Kongreya Dostên Sûriyê de amade nebe.

hr (AKnews)

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 09.04.2012 16:38.

« zurück zum Forum