Mesûd Barzanî: Die Pêşmerge werden PKK nicht bekämpfen

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî: Die Pêşmerge werden PKK nicht bekämpfen

von Azadiyakurdistan am 23.04.2012 19:54



Mesûd Barzanî der Präsident der Autonomen Region Kurdistan, hat in einer Pressekonferenz mit den Journalisten aus Kurdistan geredet. Er berichtete von sein USA, EU und Türkei-Besuch.

Barzanî di civînê de diyar kir ku wî negotiye "Ez ê çekan bi PKK'ê bidim danîn, an jî Herêma Kurdistanê derbixim."

Piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li Tirkiyeyê, çapemeniya Tirk dest bi nûçeyên spekulasyon kir û îdîa kirin ku Barzanî gotiye; "Ger PKK çekan nedeyne, ez destûr nadim wan ku li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê bimînin." Barzanî piştî serdana xwe ya li Tirkiyeyê, bersiv da pirsên rojnamevanan û ev nûçeyên çapemeniya Tirk derewand.

Li gorî nûçeya Jamawar TV'yê, Barzanî bersiv da pirsa "Gelo we gotiye ger PKK çek deynene ez nahê li Başûr bimîne?" û got; "Min negotiye bila çek deyne, belkî min gotiye dema çekê derbas bûye û bi çekê encamê bi dest nayê xistin."

Barzanî got; "Ger PKK di xebatên xwe yên çekdarî de berdewam bike jî, em ê hêzên pêşmerge li hemberî PKK'ê bi kar neynin. Em naxwazin şerek navxweyî di nava Kurdan de biqewime. Ji berk u pirsgirêkên di nava Kurdan de ziyanê dide doz me."

Barzanî destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê tenê dikare bi rêya aşitiyane çareser bibe û got; "Ev pirsgirêkek du alî ye. Em nabin aliyek ji vê pirsgirêkê. Lê em hewl didin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê hevkariyê bikin."

Her wiha, Barzanî têkildarê serdana xwe ya li DYA'yê jî axivî û diyar kir ku di rojeva hevdîtinên wan de PKK tune bû.

Herî dawî Barzanî da zanîn ku ew destûr nade ku xwîna tu ciwanên Kurd ji bilî serxwebûna Kurdistanê were rijandin.

Nukurd

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 23.04.2012 19:58.

« zurück zum Forum