Mesûd Barzanî: Für einen erfolgreichen Prozess in der Türkei muss Abdullah Ocalan frei sein

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Mesûd Barzanî: Für einen erfolgreichen Prozess in der Türkei muss Abdullah Ocalan frei sein

von Azadiyakurdistan am 26.05.2013 16:52



Der Präsident der Autonomen Region Kurdistan Mesûd Barzanî hat in seinem Brief im KNK Konferenz erwähnt, dass es für einen erfolgreichen Prozess in der Türkei, die Freiheit Abdullah Ocalans notwendig ist.

Mele Bextiyar (YNK/PUK) sagte im Konferenz, die Kurden müssen mit einer gemeinsamen Strategie arbeiten.

Hewlêr – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di peyama xwe ya ji bo 13emîn civîna KNKê de diyar kir, ji bo pêvajoya aştiyê li Turkiyê bi ser bikeve "divê birêz Ebdullah Ocalan bê berdan.

Berpirsê desteya rêveber a polîtburoya Yeîtî Nîştimanî Kurdistan (YNK'ê) Mela Bextiyar jî got, divê Kurd bi stratejiyek hevbaş xebat bikin.

13emîn civîna Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) îro (25.05.2013) Brûksela paytexta Belçîka dest pê kir.

Li gorî nûçeya ANFê, di civînê de partî û rêxistinên Kurdî yên hemû beşên Kurdistanê beşdar bûne û zêdetirî 200 delege beşdar amade bûne, Ji civînê re gelek peyam hatine şandin.

Di civînê de yekemîn peyam, peyama serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji aliyê nûnerê Barzanî û berpirsê pêwendiyên derve yê Partî Demokrata Kurdistanê' (PDK'ê) Hêmin Hewramî ve hat xwendin.

Barzanî di destpêka peyama xwe de hemû nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî û endamên KNK'ê silav kir û 13'emîn civîna KNK'ê pîroz kir.

Di peyamê de wiha hat gotin: "Gelê me xebatek bi zehmet kir û piştî wê xebatê em niha di pêvajoyek nû de ne. xebata rewa û rast a gelê Kurd di asta dever û cîhanê de gihîştiye qonaxek nû û hêviya me ji bo paşerojek ronahî mezin e.

Barzanî ragihand ku divê stratejiya han li gorî mercên her beşekî din ê Kurdistanê bê dariştin û wiha domand: "Divê beriya her tiştî em peyama aştî, demokrasî û yekitiyê bidin gelên herêmê û li Başûrê Kurdistanê kongreyek neteweyî li dar bixin, divê ev kongreya ku hemû Kurdistanê bigire nav xwe, li hember her cûre pêşhatên îhtimalî têkoşîn bike."

Mesûd Barzanî behsa pêvajoya aştî û çareseriyê li Turkiyê jî kir û wiha pêde çû: "Divê ji bo pêşketina vê pêvajoyê em kar bikin. Ez bang li her du aliyan dikim ku bi bêhna fireh tevbigerin da ku pêvajoya aştiyê bi ser bikeve, ji ber ku aştî û diyalog takerêya pêkhatina hêviyên Kurdan e, her wiha ji bo ku pêvajoya han bi ser bikeve divê birêz Ebdullah Ocalan bê berdan û destûra Turkiyê jî bê hemwarkirin."

Barzanî amaje bi rewşa Sûriye û rojavayê Kurdistanê jî kir û diyar kir ku ji destpêka bûyerên Sûriyê ve hewl daye partiyên kurd yên rojavayê Kurdistanê bîne gel hev û ragihand, rêkeftina Hewlêrê "destkeftek neteweyî" ye.

Barzanî bang li partiyên rojava jî kir û werin ba hev û wiha got: "Divê herkes li gorî rêkeftina Hewlêrê tevbigere û bi awayekî birayane hevkariya hev bikin, li hemberî hev tundî û fişarê bikar nehînin, eger Kurd li hemberî hev çekan bikar bînin, tê wateya ku daxwaziyên dijmin cî bi cî dikin."

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku bi hemû hêza xwe piştgiriya xebatên aştiyê yên li Rojhilatê Kurdistanê jî dikin û ji bo Rojhilat jî wiha got: "Ez hêvîdar im doza Kurd li vî beşê Kurdistanê de jî pêş bikeve, ji ber wê jî yekitî û yekdengiya hêzên rojhilatî gelekî girîng e."

Barzanî diyar kir ku gelê kurd gelekî aştixwaz e û wiha bang li dewletên herêmê kir: "Divê hemû dewletên herêmê dest ji înkarkirina Kurdan berdin da ku aştî û aramî li herêmê pêk were.

Piştî xwendina peyama Barzanî, berpirsê desteya rêveber a YNK'ê Mela Bextiyar axaftinek kir û diyar kir ku hastên azadiyê li Kurdistanê gihîştiyê û wiha got: "Kurd di qonaxeke dîrokî de ne. ji ber wê jî yekitiya me ji hemû demekî girîngtir e, divê Kurd bi stratejiyek hevbeş kar bikin, tevgerên Kurdan mîna berê ne perçe ne û dijminên Kurdan jî mîna berê ne bihêz in."

Mela Bextiyar behsa têkoşîna PKK'ê jî kir û wiha anî ziman: "Ocalan 14 sal e di girtîgehê de ye û di bin mercên herî giran de dijî, ez hêvîdarim di demek herî nêzîk de dê were berdan.

Jêder: ANF

Silav û Rêz
Azad

Antworten Zuletzt bearbeitet am 26.05.2013 16:53.

« zurück zum Forum