Nach Exxon Mobil kommt auch TOTAL nach Kurdistan

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Azadiyakurd...
Administrator

-, Männlich

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Beiträge: 4656

Nach Exxon Mobil kommt auch TOTAL nach Kurdistan

von Azadiyakurdistan am 30.01.2012 22:21



Kompaniya Total a fransî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nêzîk bûye û di demeke nêzîk dê girêbestekê ji boyî kolîna bîrên neft û gazê îmze bike.

Total_LogoRojnameya "The Sunday Times" a brîtanî nûçeyek belav kiriye û tê de gotiye ku di çend hefteyên pêş me de Kompaniya Total a fransî bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re dê îmzekirina girêbestekê ji boyî kolîna bîrên neft û gazê aşkere bike.

Rojname dibêje, kompaniya total serdana kêlgehên Herêma Kurdistanê kiriye bi armanca îmzekirina girêbestê bo kolîna çend bîrên neft gazê.

Niha gelek kompaniyên biyanî hewl didin li Herêma Kurdistanê kar bikin, ew jî bi rêya kirîna beşek ji kêlgehên neft û gazê ku piştre bihên tê de kar bikin.

Her berî demekê jî kompaniya binavûdeng ya Dewletên Yekîtiya Amerîka (DYA) Exxon Mobilê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re, bo derxistina petrol û gazê li hinek deverên Kurdistanê, girêbest îmze kiribû û li gorî rêkeftinê dê li 6 deverên Kurdistanê li neft û gazê bigere.

Wezareta neftê ya Iraqê jî li dijî vê rêkeftinê derketibû û gefa cezakirinê li şîrketa Exxon Mobil xwaribû.

hawarnet.com

Silav û Rêz
Azad

Antworten

« zurück zum Forum