Newroz Mem u Zin

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


Murad

-, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 4

Newroz Mem u Zin

von Murad am 27.03.2013 21:52

Xwendina sembolên efsaneya Newrozê

NEWROZA PÎROZ
...
XANDINA SEMBOLÊN EFSENEYA NEWROZÊ.
Bi vê delîvê, ev sersala nû li hemû Kurdistaniyan pîrozbibît, bi hêviya ku, di salên were de , gelê Kurdistanî vê cejnê bi azadî û bi serbixweyî pîrozbiket û ruha şehîdan bi wê şahbibît, aştî, îstiqrar û di navbera hemo gelên Rojhelata navîne, çêbibît û her berdewam bît.
Di vê nivîsê de dixwazim bal bikêşim li ser çewaxandina remzên ( sembolên) efsaneya Newrozê .
Armanca vê nivîsê ne lêkolîne li ser rastî yan ne rastiya serhatiya newrozê. Armanc ne ewe ku lêbigerhim ka tiştê di wê de dihête gotin, bingehek tarixî heye yan nîne. Ev babetek cudaye, ez dest di vî babetî ve na dim. Tiştê ku jibo min giring, ez çend dîtinan di vê nivîsê de, li ser şuruvekirina remzên wan û ankuyên civakî û siyasî bi delîva cejna newrozê , pêşkêşî xandeyan bikim. Rastiya maztirîn ya vê cejnê ewe ku bandorek xurt , li ser citanê , le ser xelkê heye. Ev bandor piraliye : siyasiye, civaki, aboriy û geleriye. Ew bandor sal bo salê xurtir dibîtin. Vê rastiyê bingehên xwe, rihên xwe di dîroka gel kurd de bikuratî balavkrîne û çiqên xwe di esmanê paşeroja gelê kurd de,her sal dirêjtir û blintir diketin.
Ahmedê Xanî de destana Memûzînê de 121 malkên helbestan bi Newrowrozê gotîne, ( malika 471 ta 592) . Dirêj behsê hazirî beşdariya hemo çînên gelê kurd di şahiya Newrozê de diketin. Wek numune eve li jêr van çend malikên jêrî ji Memû zînê destnîşan dikem :
« Ya'nî ku dihate burcê, sersal * qet kes ne dima dimesken û mal »
« bilcumle diçûne der ji malan * heta dgeheşte pîr û kalan »
« roja ku dibûye î'dê ( cejna) newroz* ta'zimî ji bo dema dil evroz »
« sahra û çîmen dikirne mesken * beyda û dîmen dikirne gulşen «
(Memûzîn 487-490)
Efsane û bandorên civakî.
Ger çi efsane ( bi zimanê inglizî Myth, bi Fransi Mythe ) ne serhatiyên beraqlane ne, hind pirtên ( unsur) naveraka wan, bi tarixê û bi zaniyarî ne hêne isbatkirin, belê ewan hoyên (adet) giring afirandîne û bandorên mezin yên civakî, candi û siyasî û bewermendî, bi kûratiya dûrokê, li ser civatên mirovan peydakirîne. Jiber vê yekê ew bûyîne parçeyek sereke ji mîratê civakê, bûyîne bingehên mezin û cafkaniyên bi rumet.
Gora mytholojiyê anku efsanenasiyê (zanyariya efsanan) heft curên efsan hene, yek jiwan jî efaneya avakirnê ye (Foundation myth)
Ji bo vî curê efsaneyan dihête gotin « efsaneyên avaker » lewma wan hoy, bawerî, adetên civakî yan siyasî afirandîne.
Pir xelkên kevin ,efsanên avaker, yên dînî hene. Wek Sumeran û xelkên mesopotamî, Yunaniyan, Misriyên kevin, Romanan.
Yek ji numeyên efsaneyên avaker, efsaneya « Romulus et Remus » ku bo avakirina bajarê Rom (paytexê impratoriya Romanî ), û bo vê impratoriyê bi xwe jî, bibû cavkanî û binyatek sereke.
Kevintirîn Efsana nivîsî, efsaneya binyat sumerî, Gilgamêşe ku dora 2650 salan berî miladê peyda bûye û roleke mezin di çand û baweriyên Mesopotamya de, di zemanên kevin de, hebû.
Efsana Newroz-Kawa. Evahe yeke ji efsaneyên cihanî yên giring, ew berî niho bi dora sê hizar salan peydabûye û bandora wê ya civakî û siyasî hêj nihû berdewame. Wê bandorek mezin afirandiye û mohra xwe li ser bawerî û hoyên civakî yê beşek mezin ji xelkên Rojhelata Navîn, Asya-Merkezî û Qewqasya çêkiriye. Ew yeke ji kêm efsaneyan ku bandorên xwe wunda nekirine.
Efsaneya Newroz- Kawa jibo gelê kurd taybetiyek xwe ya mezin heye. Lewma herweku ev corûke dihête gotin, diyar dibît ku têkiliyên dualî di navbera peydabûna xelkê kurd û buyerên wê de heye. Bi gotinek din mirov dikare bêje ku xelkê kurd ev efsane afirandiye û bi vê efsaneyê Kurd peyda bûne . Lê bila ne hête jibîrkitrin ku em bes behsê efsanê dikin, behsê tarîxê nakeyin û zanistiya wê nakeyin. Tiştê pir giring şuruvekirina û aşkerakirinan remzên (symbole) wê ye . Di wê de, birek remzên piranku hene wanan kirinên civakî, siyasî yên mezin û berdewam çêkirîne.
Kurtiya efsanê : « Padişahek bi nave Zehak hebû, du kul di milên wî de derbibûn, di her yekê de, mahrek derketibû. Ew bi mejiyê du mirovan dihate dermankirin. Zehak ferman dabû ku ew bi mejiyên mirovan bihên dermankirin, jibo vê yekê her roj du kes dihên kuştin û bi mejiyên wan dihate demankirin, paşê jibo dermankerina wî her roj mirovek û pezek dihatin kuştin û kesê duyemîn dihate serbest kirin. Kesên serbestkirî diçûne nav çiyan ,li wêrê diciviyan, paşê xelkek ji wan kesan peyda bibû, wî xelkî bi serokatiyê hesingerekê ku navê wî Kawe bû serhildan kirin. Zehak dihête kuştin, bi vê munasebetê li cihên bilind agir di hête hilkirin. Ji wî xelkî gelê kurd peyda bûye. Roja kuşina Zehak bûye cejin û navê wê bûye Newroz » Ew roj di teqwîma hemdem de dibîte 21 adarê.
Ji hingê heya îro ev Roj dihête bîranîn dihête pîrozkirin. Ev tarix bûye delîva şahiyê, bûye sersala nû û ew roj bi newroz yan Nevroz ( roja nû) hatiye navkirin.
Ev Çiroke tijîye ji remzan (Sembolan) û wan ankuyên mezin û kûr hene. Ez dê hewuldim bi kurtî li ser van remzan çend dîtinan û şuravan diyar bikim.
Di vê Mil : Mil remza berpisyariyê û desthilatdariyê ye. Di zimanê kurdî de û di pir zimanên din de, peyva mil bi ankuyên cuda dihêt . Ji bilî ankuya sereke ankuyên vejenî ( mecazi) jî bû wî hene wek berpirsyarî û hejmarek din ji ankuyan. Di pir gotên mazinan de, di çîrok û stranan de, mil bi ankuya berpirsyariyê dihête bikaranîn. Dihête gotin filan kesê milê xwe ne da ber filan tiştî anku berpirsyaria ...wî ne girte ser xwe
Mar. Mar remze ji bo neçakiyê û dijmunîtiyê. Mar wek dijmunê mirovan dihête hesibandin. Pir serhatî li ser marî hene wek serhatiya Adem Hewa û qewutandina wan ji Cenetê.

Mejî. Ji bilî ankuya wî ya bingehîn, mejî bi ankuyên din jî dihêt, ya ji hemoyan giringtir, zanin, têgeheştin, aqilmenî ye. Dihête gotin filankes mejî cucuke, anku kesek kêm zekaye ; yan mejî reşe anku teledînin, şite.

Hesin : Ji bilî mitayê ku bi hesin dihête navkirin, ev peyve bi ankuya hêz , karîn û quwet jî, dihête bikaranîn. Hesin remze jibo hêzê , karînê û berxwedanê.

21 adar. Ev tarixe pir giringe, lewma ew dema dawiya zemanekê û despêke zemanek din diafîrînît. 21ê adarê remza serkeftina rojê ye li dijê şevê, lewma di vê rojê de, roj ji şevê direj tir dibît. Demsala biharê bi wê destpêdiket. Di vê demsalê de, jînek nû di xwzayê de destpêdiket.
Xwza xwe nudiket, teyro tewar amadekariya kurkbûna xwe dikin, pez û heywan dizên, dexil û dahin şîn dibin, gil û giya û fêkê, ji nû ve şîn dibin. Ji ber vê yekê salek nû destpêdiket.

Agir : Agir remza ronahiyê ye, ew tarîtiyê direvînît, di şuna wê ronahiyê dihînît. Tarîtî sedeme jibo nezaniyê, jibo xeletîyan, jibo neheqiyan, tarîtî didil de, her wesan diserî de, di dîtin, hizr û baweriyan de, felaketan jibo mirovîtiyê peyade diket. Hilkirina agirî li cihên bilind amace diket bi belavkirina ronahiyê, da ku her kes bi wê rêya rast bibinin. Bi ronahiyê, rastî dihête dîtin, dad cihê xwe bigirît, qencî û xirabî ji hev dihêne vavartin. Agir ronahiyê didet, ronahî jî rê li ber mirovîtiyê zelal diket û dibîte sedemê pêşveçunên madî û manawî.

Ji ber vê yekê, agir di dînê Zerdeştî de, di dînên irai yên kevin de û di pir çandên cihanê de, pîroze. Heta niho jî, li pir navçeyên Kurdistanê, xelkê kurd bi agirî sond doxet.

Nevroz ( Nawroz).Yanbêjin roja nû. Bi çêbûna van remzan rojek nû demek nû destpêdiket. Newroz remza nukirina jînê ye, ûmûdê didet ku demek nû ku ji yên borî baştir destpê biket, mirov berê xwe bidete paşerojê (dema werê) ne ku li ser zemanê borî bigirît û bi hesreta salên borî bijît. Anku bila mirov her dem bixebitît da ku şert û mercên nû biafirînît, da ku paşeroja xwe baştir biket. Civatek baştîr, zanatir, civatek pêşketîtir peydabibît.

Efsaneya Newroz û Kawa bi van sembolan umud, daxwaz û hêviyên nû peyda diket. Ji ber vê yekê ye ku ew bi hizaran salin dijît, û bandora xwe li ser civatan, li ser gelan didomînît. Her sal dibîte delîveyek mezin jibo şahiyên gelerî, bicuk mazin, jin mêr û hemo çînên gel beşdar dibin, wê pîrozdikin û bi wê şah û bextiyar dibin.

Efsaneya Newroz-Kawa û rewşa Rojhelata Navîn :

Cejna newrozê jibo bizav û doza gelê kurd taybetmendiyek mezin heye, lewma remzên wê pir pabendin di gel rewş û dîroka hemdema kurdî. Bi dehan salin ku tekoşîna gelê kurd û armancên wê di gel remzên vê destanê bi awayek diyar û berçav dikonjin. Herwesan ew jibo hemo gelên Rojhelata Navîn, rohniyê didet û gora daxwaz û azadiyên wan dikarît bihête şirovekirin. Ideolojiyên totlîter û zalim wek maran di milên dîktatoran de, wek di milên Zehak de, peyda bûyîne. Van diktatoran, jibo ku bikarin bi dilê xwe hukumbikin, azadiyan û mafên gel biperçiqînin, gel jibo xwe bikin kule, dijberên xwe (opposisyonê) biperçîqînin û kesên hêja û berkeftî ku jibo civatê wek mejîne, yan fizikî û manawî dikujin, bi vî rengî mejiyê xelkê derdixînin û xwe pê rihet dikin. Xelkên rojhelata navîn ji van rejîman nerazî bûn. Kesên ku vê rewşê qebul nakin peyda bûn û wekû Kawe, xelk bi pey wan ketin û li dijê rejîman tekoşîn didin.
Bîrobaweriyên demokratik û jibo azadiyê û mafên mirovan, wek agirî ronahiyê didin, rêyê vedikin, di hêlim ku xelk rêya xwe bibinît û vê yekê ronahîya demoqrasiyê zora taritiyê dibet, çaxek nû peyda dibît û dibîte nevroz.efsaneyê de 7 remzên sereke hene, heryek ji wan giringiyek civakî yan siyasî ifade diket.

Antworten

Murad

-, Männlich

  Einsteiger/in

Beiträge: 4

Re: Newroz Mem u Zin

von Murad am 28.03.2013 22:16

402573_489978234395802_1993924353_n.jpg

Antworten

Dilan

31, Weiblich

  Aktive/r User/in

Beiträge: 223

Re: Newroz Mem u Zin

von Dilan am 28.03.2013 22:45

Das Bild ist voll schön!!  weißt du wer das gezeichnet hat Murad?

Ich verstehe leider nicht alles was im Text steht aber da geht es darum wie Ehmede Xani Newroz in Mem u Zin Geschichte beschrieben hat oder?

Antworten

« zurück zum Forum