Îngilîstan li Hewlêrê konsolxanê vedike

[ Nach unten  |  Zum letzten Beitrag  |  Thema abonnieren  |  Neueste Beiträge zuerst ]


GulaKurdistane
Gelöschter Benutzer

Îngilîstan li Hewlêrê konsolxanê vedike

von GulaKurdistane am 26.11.2010 12:43

Hewlêr, 26 Mijdar (AKnews) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Berhem Salih, her yek bi cuda digel Wezîrê Îngilîstanê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Alistair Burt civiyan.Li gor nûçeya malpera fermî ya Serokatiya Herêmê, duhî li Selahedînê, Barzanî pê$waziya Burt kir û derbarê pirsên wek pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê, rew$a Xristiyanên li Iraq û Herêmê, pirsa Kerkûkê gotûbêj kirin.

Di hevdîtinê de, Alistair Burt ragihand, “Îngilîstanê biryar daye ku nûneratiya xwe li Herêma Kurdistanê bilind bike û veguherîne bo konsolosxaneya gi$tî.”

Serok Barzanî spasî Hikûmeta Îngilîstanê kir bo vê biryara ku daye û vekirina konsolgeriyê li Herêmê bi “nûçeyeke dilxwe$ker” pesin kir.

Derbarê pêkanîna hikûmeta nû de, Alistair Burt pîrozbahiya Hikûmeta Îngilîstanê ji bo serketina destpê$xeriya Barzanî ya ku Iraq ji wê qeyrana siyasî ku he$t meh bû tû$ bibû bi Serok Barzanî gihand.

Burt her wiha Serok Barzanî spas kir li hember wê siyaseta ku hemberî Xristiyanan peyrew dike û got, “Ew siyaset cihê rêz û pêzanîna hikûmeta me ye.”


Ji aliyekî din ve, duhî Serwokwezîrê Herêmê Berhem Sailh tev Wezîrê Îngilîstanê yê Karûbarên Rojhilata Navîn Alistair Burt civiya û hat ragihandin ku Îngilîstan dê êdî vîzeyê bide xwendekarên kurd.
Salih û Burt, di dîdarekê de pê$xistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Îngilîstanê de hat gotûbêjkirin.

Salih got, “Herêma Kurdistanê ji bo pêvajoya avadankirin û ge$epêdanê pêdivî bi $arezayî û tecrûbeya zengîn a Îngilîstanê heye.”

Alistair Burt di axaftina xwe de tecrûbeya Herêma Kurdistanê li Iraqê bi tecrûbeyeke serkeftî pesin kir û got, “Hikûmeta Îngilîstanê dixwaze di warê siyasî, aborî, kultûrî û bi taybetî di warê perwerdeyê de, alîkarî û hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.”

Di dîdarê de biryar hat dan ku hikûmeta îngilîz vîzeyê bide wan xwendekaran yên dixwazin ji bo timamkirina xwendina bilind biçin derve û her wisa wezîrê xwendina bilind û wezîrê perwerdeyê dawetî Îngilistanê kirin.


AKnews

Antworten

« zurück zum Forum