Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!
[ Nach unten | Zum letzten Beitrag | Thema abonnieren | Neueste Beiträge zuerst ]
Zagros
Gelöschter Benutzer
Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!
von Zagros am 05.10.2011 23:31Ev wêneya li kîderê û kengê hatiye kişandin ne diyar e. Termê du gerîlayan ku bi ben û kindir ve hatine girêdan. Li pişt terman, gotinên 'welat yek nayê parçekirin'... Wek rêwresmek qurbandayînê/gorîdayînê. Ji vê wêneyê derdikeve ku ji komkujiyên Agirî, Şêx Saîd û Dêrsimê vir ve ku ji aliyê rejîma komara Tirk ve pêk hatine, tu tişt neguheriye.
Serokwezîrê rejîma Tirk Recep Tayyîp Erdogan dibêje: "Di welatekî ku ewqas mirov bi awayekî hovane tên kuştin de azadî û demokrasî ne gengaz/mimkun e." Erdogan dibêje ku li hemberî mirina sivîlan 'kezeba wî dişewite'. Ev wêne li kîderê û kengê hatiye kişandin li aliyekî, di çarçoveya 'ronahiya' (tarîtiya) gotina 'Welat yek e nayê parçekirin' de ku AKP heta dawiyê xwedî vê gotinê derdikeve, bedenên ciwan çawa tên parçekirin radixe berçavan û wîjdanan.
Ma 'kezeba' Erdogan dişewite. Kurdistan bost bi bost dişewite. Bedenên ciwanên Kurd di serdema desthilatdariya vî serokwezîrî de jî tê parpar kirin. Divê tu caran û hergîz neyê ji bîr kirin ku, ev bivirê ku di pişta ciwanan de tê çikandin dê rojek vegere xwediyê xwe jî...
Ger dixwazin bêjin, berdêl û bedela serînetewandinê, devnexwarkirinê ev e, dê hê pir li çavên gelê Kurd binêre. Yên ku ji xwe re dibêje 'ez Kurd im' û xwe spartiye ber pêşê AKP'yê, bila bi baldartir vê wêneyê binêre. Bila carek din li xwîna ku pekyaye ser dest, dev û lêvên xwe binêrin.
Ev wêneya ku dibe ku li ber nizamiya leşkerî ya rejîma tirk a li Şemzînanê hatiye kişandin, kesên ku ev wêneya ji saziyên Kurdan re şandine, dixwaze konê tirsê li ser Kurdan vegire, lê belê ji niha û pê ve ev wêne dê nebe hinceta tirsê, dibe û dê bibe hinceta serhildan û raperînan.
ANF NEWS AGENCY
Re: Ev wêneya parçebûna ‘welat’ e!
von Azadiyakurdistan am 06.10.2011 03:27Rehma Xwedê li şehîdên me be. Ji xeynî parçebûna dewleta tirkiye, pirsgirêk nayên çareserkirin. Divê Kurd bi tena serê xwe û tirk jî bi tenê bijîn. Em hemû dizanin ku Tirk di eslê xwe de wehşetî û nemirovatî ne. Ev ne cara yekê ye ku em wêneyên wisa dibînin.
Silav û Rêz
Azad