Terroranschlag in Kobanê: 12 Menschen ums Leben gekommen

[ Go to bottom  |  Go to latest post  |  Subscribe to this topic  |  Oldest posts first ]


Azadiyakurd...
Admin

-, male

  Aktive/r User/in

Administrator/in

Posts: 4656

Terroranschlag in Kobanê: 12 Menschen ums Leben gekommen

from Azadiyakurdistan on 11/12/2013 03:28 AM



Bei einer Explosion vor dem Gebäude des Kurdischen Roten Halbmondes "Heyva Sor" sind mindestens 12 Menschen ums Leben gekommen darunter auch Kinder, mehr als 20 wurden verletzt.

Îro 11/11/2013'an danê êvarê teqîneke bihêz bajarê Kobanê a Rojavayê Kurdistanê hejand .

Li gor agahiyên destpêkê teqînê navenda heyva sor a Kurd kiriye armanca xwe û di encamê de ziyanên canî û madî heye lê heya niha hejmara wan nehatiye zanî.

Ajansa nûçeyan a Hawarê belav kiriye ku di encama êrîşê de 8 kesên ku di nava wan de zarok jî hene jiyana xwe jidest dan, 23 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji cihê bûyerê hatin wergirtin, di saet 16.10'an de li hemberî avahiya ku Heyva Sor a Kurd û Komeleya Mafên Mirovan tê de ye, êrîş pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa ku bi wesayîta bombebarkirî pêk hat de 11 welatiyên ku di nava wan de zarokên dibistanê jî hene jiyana xwe jidest dan û 24 sivîl jî birîndar bûn. 

Xendan.org 

Silav û Rêz
Azad

Reply

« Back to forum